Li ser sînorê Dirbêsiyê pevçûnên dijwar 2023-11-26 19:17:41   MÊRDÎN - Li ser sînorê Dirbêsiyê pevçûnên dijwar çêbûn û li qereqolên li ser sînor hate xistin.    Li ser dewleta tirk êrişî mewziyên QSD’ê yên bajarê Dirbêsiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li hemberî Dirbêsiyeya girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê kir, li ser xeta sînor pevçûnên dijwar rû dan.     Di pevçûnên berdewam dikin de li qereqolên dewleta tirk hatin xistin û hate diyarkirin ku gelek roket bi qereqolan ketine. Leşkeran destûr neda welatiyên ku xizmên xwe mereq kirin û xwestin biçin gund. Welatiyên li gund jî ragihandin ku ji ber pevçûnan nikarin ji malên xwe derkevin.