Hevşaredara ku berdana wê hat taloqkirin: Lijne poşmanîtiyê ferz dike 2023-11-27 09:01:22   ENQERE - Hevşaredara Qereyaziyê ya berê Zeynep Han Bîngol ku nayê berdan, diyar kir ku "poşmanîtî" li wan tê ferzkirin û got ku jiholêrakirina vê bêhiqûtîyiyê bi têkoşîna hevpar pêkan e.    Zeynep Han Bîngol, di sala 2014'an de ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wekî hevşaredara Qereyazî ya Erziromê hat bijartin. Bîngol, di 6'ê kanûna 2016'an de hat binçavkirin û paşê hat girtin û qeyûm tayinî şûna wê hat kirin. Xizmetên wê yên şaredariyê, civîna bi keyayan re, avakirina komîsyonan, xebatên partiyê, birêvebirina pergala hevserokatiyê, parvekirinên wê yên li ser medyaya sanal û bi hinceta îfadeyên şahidên eşkere û veşarî bi "endamtiya rêxistinê" hat tawanbarkirin. Di danişîna birydayînê ya di 6'ê mijdara 2017'an de, li Bîngol 8 sal û 6 meh ceza hat birîn.    Çendî Bîngol 8 sal û 6 meh cezayê lê hatiye birîn temam kiriye jî, ji ber biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê nayê berdan.    'DESTHILAT DIXWAZE BERXWEDANA JINAN BIŞIKÎNE'   Bîngol, anî ziman ku li Tirkiyeyê têgihên wekî demokrasî û azadiyê tenê li ser ziman in û got: "Li dadgehan ji bo parastina bi kurdî, heqê wergêr tê xwestin. Gava em peyvekê bilêv dikin wekî 'zimanê neneasbar' tê qebûlkirin. Li meclisê jî parlamenterên ku nasnameya xwe ya kurdî û mafê baweriyên cuda diparêzin rastî bêtehemuliyan tên. Di serî de kurd û jin, hemû kesên doza mafên xwe dikin û ji bo vê li ber xwe didin, rastî tundî û zextê tên. Ji berê heya niha polîtîkayên zilmê û çewisandinê tên sepandin. Ger demokrasiya rast bê sepandin, dê feraseta desthilatdar nikaribe pergala xwe bi rê ve bibe. Lewma hewl dide berxwedana jinên têkoşer bişikîne."   ARMANC FERZKIRINA 'POŞMANÎTIYÊ' YE   Bîngol, destnîşan kir ku biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê jî berdewama van polîtîkayên navborî ne û got: "Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi temamî dewama polîtîkaya tepisandinê û binpêkirina mafan e. Gava mirov li biryarên lijneyê mêze dike, armanca wan tê fêmkirin. Em dibînin ku metneke necidî û bi îdiayan tijekirî ye. Feraseta 'hûn girtî ne, em çawa bixwazin em ê wiha bikin' heye. Armanca wan ew e ku 'poşmanîtiyê' ferz bikin û derûniya girtiyan xera bikin."    Bîngol, destnîşan kir ku ji berê heya nhiha li hemberî jinên têkoşer zext hene û got ku desthilat bi hemû hêza xwe hewl dide hêza jinên têkoşer bişikîne.    BANGAWAZÎ   Bîngol, bal kişand ser tecrîdê jî. Bîngol, bilêv kir ku tecrîd li hemû civakê belav bûye û got: "Lewma divê hemû derdor, tevahiya rê û rêbazên demokratîk bi kar bînin û helwesteke rêxistinkirî nîşan bidin. Di warê ferdî, civakî û rêxistinkirî de yekîtî û yekpareyî divê. Divê her kes zanibe ku biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê jî ji ber tecrîdê ne û rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê û malbat jî li gor vê tevbigerin. Parêzvanên mafan divê di pêvajoyeke wiha de ku hiqûq hatiye eciqandin, çalakiyan li dar bixin."    MA / Dîcle Muftuoglû - Girtîgeha Jinan a Sîncanê