Şirîda qeraxa Îskenderûnê di bin avê de ma 2023-11-27 11:23:04   HATAY - Ji ber barîna barana zêde û bagerê şirîda qeraxa Îskenderûnê di bin avê de ma. Ziyaneke mezin gihişt gelek mal û kargehan û wesayît di rê de asê man.    Barîna barana zêde û bagerê bandoreke neyînî li ser xelkê Îskenderûn a Hatayê kir. Ji duh bi şev heta niha li navçeyê baraneke zêde dibare û bager heye. Di erdheja 6’ê Sibatê de li şirîda qeraxa navçeyê gelek dever bi qasî mîtroyekê tebiqî bûn. Ji ber barana zêde û bagerê, pêlên behrê bi qasî 5 mîtroyan rabûn û gelek dever di bin avê de hiştin.   Ji ber bager û baranê behr rabû, bi ser de avêt û li Taxa Çayê gelek mal û kargeh di bin avê de man. Her wiha gelek wesayîtên di rêyan de asê man. Esnafên ku di saetên serê sibehê de çûn ser karê xwe, hewl dan bi derfetên xwe avê vala bikin.