Ji rojnameger Silêman Ehmed 34 roj in tu agahî nayên girtin 2023-11-27 12:57:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla Asayî Dihokê ya girêdayî PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 34 roj in tu agahî nayên girtin.    Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 34 rojin agahî jê nayê girtin.   Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite.    DESTÛRA HEVDÎTINÊ NAYÊ DAYÎN   Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji parêzerên Ehmed, Nêrîman Ehmed têkildarî mijarê bi Rojnewsê re axivî bû û ev agahî dabûn: “Ji roja destpêkê ve me hewl da miwekîlê xwe bibînin û dosyaya wî bixwînin. Em çûn serdana Asayîşa Dihokê lê ji me re gotin li vir nîne. Piştre qebûl kirin ku li wir û gotin li jêr lêkolîna wî heye û destûra hevdîtinê nayê dayîn. Li ser vê yekê me serî li dadgerê Asayîşa Dihokê da. Me xwest bi Ehmed re hevdîtinê bikin û rêkarên yasayî bên cîbicîkirin. Dadwer destûr da lê Asayîşa Giştî li vê biryarê guhdarî nekir û nehişt em bibînin.”