Girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Heta ku gav tên avêtin dê çalakiya me bidome 2023-11-27 13:19:26     STENBOL - Yek ji girtiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê Yakup Akman diyar kir ku heta gavên şênber tên avêtin dê çalakiya xwe bidomînin.    Di 19’ê îlona 2019’an de li Daristana Aydosê ya navçeya Pendîk a Stenbolê şewat derket û Yakup Akman jî ji bo vemirandina şewatê li ekîbên agirkujiyê û saziyên din geriya. Tevê vê yekê jî bi îdiayên “Di çarçoveya fermana rêxistinê de daristan şewitandiye” û “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” hate darizandin û 25 sal û cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Akman, tev li greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd çareserî” de hatiye destpêkirin bû.    ‘HETA GAVÊN ŞÊNBER TÊN AVÊTIN...’   Akman, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û têkildarî greva birçîbûnê peyam da. Akman, da zanîn ku agahînegirtina ji Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ew xistine nava fikaran û ev peyam da: “Li ser navê girtiyên siyasî hemû malbatên me yên hêja û gelê me yê welatparêz silav dikim. Gelê me yê welatparêz ê hêja, li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke ku mînaka wê li tu deveran nîne tê ferzkirin û tu agahî jê nayên girtin. Ev rewş hem me hem jî gelê me dixe nava fikaran. Hînbûna tecrîdê zilm e. Em ê ne hînî vê rewşê bibin ne jî qebûl bikin. Weke girtiyên siyasî; em ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re ragidihînin ku me ji bo bidawîkirina tecrîdê, azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Heta ku gavên şênber tên avêtin jî dê ev çalakiya me bidome. Weke girtiyên siyasî em banga berxwedanê li gelê xwe jî dikin. Bijî berxwêdana zindanan.”