‘Heta tecrîd neyê têkbirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’ 2023-11-27 14:13:03   ŞIRNEX - Rêxistina HEDEP’a Silopiyayê 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Parlamenterê HEDEP’ê Mehmet Zekî Îrmez di kongreyê de bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û wiha got: “Heta ku tecrîd bi dawî dibe dê têkoşîna me jî bidome.”    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Silopiyayê bi dirûşma “ Dîsa em dîsa azadî” li eywana kongreyan a avahiya xwe 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Parlamenterên HEDEP’ê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêvdeberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, TUHAD-Der, MEBYA-DER, rêxistinên HEDEP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tev li kongreyê bûn.    ‘GELÊ KURD BI SAYA VÊ ROJÊ XWE GIHAND ROJA ME’   Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Parlamenterê HEDEP’ê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî û wiha got: “Ev sedsal in gelê kurd tê qirkirin û rastî polîtîkayên pişaftinê tê. Xwestin gelê kurd tune bikin. Lê gelê kurd bi têkoşîneke biheybet bersiv da vê hewldanê. Ji Şêx Seîd heta Qoçgiriyê, gelê kurd ji bo nasnameya xwe ya azad li ber xwe da. Gelê kurd îro jî weke roja vejînê binav dike. Wateya vê rojê daxwaza jiyaneke bi rûmet e. Gelê kurd bi saya vê rojê xwe gihand van rojan.”   ‘HETA TECRÎD RADIBE EM Ê TÊBIKOŞIN’   Bi domdarî Îrmez bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan bi sala ye di bin tecrîdeke giran de ye. Di nava çar dîwaran de têkoşîneke mezin dide. Lê tu caran hêviya xwe ya ji bo aştî û azadiyê qut nekir. Ev pergala ku sed sal in dewletê birêve dibe, dîsa dixwaze pirsgirêka kurd bi rêya şer çareser bike. Em dibêjin ku heta tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî dibe dê têkoşîna me bidome.”   BAL KIŞAND SER GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Parlamenter Newroz Uysal Aslan jî got ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin girîng e û wiha axivî: “Çima gelê kurd ewqas bi birêz Ocalan re dilsoz e? Ji ber ku birêz Ocalan azadî du ruhê xwe de da destpêkirin, li her kurdekî azad belav kir û partiyek ava kir. Bi girtina birêz Ocalan xwestin pêşî li fikr û paradîgmaya wî bigirin. Lê paradîgmaya wî jî bo hemû gelên bindest bû hêvî. Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd, hevalên me li hemû girtîgehan greva birçîbûnê dane destpêkirin. Lewma barê me giran e û divê em xwedî li daxwazên wan derkevin. Divê em bi berpirsyartî tevbigerin.”    RÊVEBERIYA NÛ HATE HILBIJARTIN   Piştî axaftinan, rapora kar û xebatên partiyê hate xwendin. Piştî xwendina raporan rêveberiya nû hate hilbijartin. Elîf Oruç û Adnan Kaplan weke Hevserokên HEDEP’a Silopiyayê yên nû hatin hilbijartin.    Kongre bi govend û dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.