Ji bo polîsê tundî li parêzer Orhan kiribû cezayê hefsê hat xwestin 2023-11-27 16:53:35   ÊLIH - Ji bo polîsê ku li Êlihê tundî li parêzer Orhan Alphan kiribû, heta 3 salan cezayê hefsê hate xwestin.    Parêzerê Baroya Êlihê Orhan Alphan ji ber tundiya di 14’ê nîsana 2022’yan de di hundirê avahiya edliyeyê hatibû kirin, doz li polîsê bi navê M.G. vekiribû. Polîsê êrişkar ji ber sûcê “Birîndarkirina bi qesdî” tê darizandin. Di 20’ê çileya 2023’yan de jî derheqê dozê de biryar hate dayîn. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê ji bo M.G. 8 meh û 20 roj cezayê hefsê dabû û ceza taloq kiribû.    Baroya Êlihê jî li dijî vê biryarê li dadgeha îstînafê îtîraz kir. Dadgeha îstînafê cezayê li polîs hatiye birin kêm dît û biryara dadgeha herêmî xera kir.    MUDAXILIYA BAROYAN QEBÛL KIR   2’yemîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Êlihê hate lidarxistin. Alphan û nûnerên baroyên Êlih, Sêrt, Mêrdîn û Amedê tev li danişînê bûn. Dadgehê, ziyana ji ber sûc çêbûye qebûl kir ku Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê û baroyên Êlih, Amed, Sêrt û Mêrdînê midaxilî dozê bibin.    DOZGER XWEST CEZAYÊ HEFSÊ LÊ WERE BIRÎN   Di danişînê de dozger mutalaaya xwe pêşkeş kir. Dozger, xwest ku ji ber sûcê “birîndarkirina biqesdî” heta 3 salan ceza li polîsê bersûc were birîn. Her wiha dozger got ku kesê êriş kirî xebatkarê cemaweriyê ye lewma divê cezayê wî were zêdekirin.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Ji ber ku parêzerên bersûc hincet nîşan dan, danişîna dozê taloqî 15’ê kanûnê hate kirin.