Komeleya Lêkolînên Kurdî dê kongreya xwe li dar bixe 2023-11-28 09:09:18     STENBOL - Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alaparslan diyar kir ku dê bi kongreya nû re xeteke têkoşînê ya nû ava bikin û ji bo vê banga tevlibûnê kir.    Komeleya Lêkolînên Kurdî dê di 3'yê kanûnê de kongreya xwe ya asayî ya 4'an li dar bixe. Bi vê kongreyê re dê rêveberiya nû bê bijartin. Her wiha komele dê bi kongreyê re der barê kurdî de nexşerêyeke nû diyar bike.    Hevseroka komeleyê Remziye Alparslanê têkildarî kongreyê û xebatên heyama nû de axivî.    POLÎTÎKAYÊN BIŞAVTINÊ   Alaparslan diyar kir ku polîtîkayên asîmlasyonê yên der barê kurdî de didomin û got ku ew ê li dijî van êrişan rê û rêbazeke nû pê ve bibin û têkoşîna xwe bidomînin. Alparslan, anî ziman ku divê li hemberî êrişan bêdengî tune be û got: "Di demên dawî de êrişên dewletê bi awayine cuda derdikevin pêşiya me. Êrişên li ser ziman li dibistanan di ser zarokan re li nava civakê belav dibin. Ev feraseteke sedsalî û êrişeke sedsalî ye."    TUNDIYA LI SER ZIMANÊ ZIKMAKÎ   Alparslan, bal kişand ser pergala perwerdeyê û ev tişt anî ziman: "Dewlet naxwaze kurd pêş bikevin, xwedî li ziman û xaka xwe derkevin. Weke mînak; dibistan pergaleke dewletê ne. Li vê derê bi rêya perwerdeyê tundî li zarokan tê kirin. Divê mirov li dijî vê hişyar be. Bi vê pergalê re kurdî tê kuştin, zarok tên asîmîlekirin. Divê mirov li dijî vê hişyar be û hemû saziyên ziman xebatên hevpar bikin. Divê em nêzî gel bin û dakevin qadan. Tundiya li dijî zimanê me, tundiya li dijî çand û hebûna me ye. Divê xebatên me di vê çarçoveyê de bin."    ARMANCÊN SERDEMA NÛ   Alparslan anî ziman ku armanc dikin ku bi rêveberiyeke nû dest bi heyama nû bikin û got ku ji ber vê kongreya wan girîng e. Alparslanê bilêv kir ku dê di heyama nû de ji bo pêşvebirina zimanê kurdî giraniyê bidin ser qada dîjîtal û got: "Dibe ku ev xebat hinekî wext bigirin. Lê em ê di vî warî de tevbigerin. Em ê hewl bidin bigihên asteke baştir. Yanî em ê bi djîtalbûnê xwe ronake bikin."    Alaparslan destnîşan kir ku armanceke wan a din jî rêgeza "heqîqetê" ye û got ku dê xebatên xwe li dor vê rêgezê bikin.    BANGA JI BO KONGREYÊ   Alparslan bang li sazî, dezgeh û partiyên siyasî û gelê kurd kir û got: "Em di heyama nû de xwe çi qasî xurt bikin, xebatên me yên di warê zimên de jî dê ew qasî xurt bibin û dengê em grutir derkeve. Em li bendê ne ku gelê me û saziyên me bi beşdarbûna xwe hêzê bidin kongreya me. Ev jî dê bi xwe re têkoşînê bilindtir bike."