Dadgeh dibêje 'Uldeş berdin' lê îdareya girtîgehê bernade 2023-11-28 09:15:00   AGIRÎ - Lijneya Îdare û Çavdêriyê tevî biryara 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Manavgatê jî berdana girtî Selîm Uldeş bi hinceta "halnebaşiyê" asteng dike.    Yek ji girtiyên ku berdana wan ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve bi hinceta "halnebaşiyê" tê astengkirin jî, Selîm Uldeş e. Uldeş ku di sala 2013'an de li Agiriyê hat binçavkirin û paşê hat girtin, piştî darizandinê 12 sal ceza lê hat birîn. Undeş diviyabû di 19'ê cotmeha 2022'yan de bihata berdan lê bi hinceta ku negotiye "PKK rêxistina terorê ye" û "neçûye qawîşa kesên serbixwe" heya niha berdana wî 3 caran hatiye taloqkirin.    BERDANA WÎ 3 CARAN HAT TALOQKIRIN   Uldeş ku niha li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Manavgatê tê ragirtin, gava di Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Afyonkarahîsarê de bû înfaza xwe temam kir û piştî vê serî li îdareyê da. Lê lijneyê bi hinceta "halnebaşî" berdana Uldeş taloq kir. Piştî vê Uldeş û parêzerê wî serî li Dadgeriya Înfazê ya Afyonkarahîsarê dan. Dadgeriyê, di 8'ê mijdara 2022'yan de îtiraza Uldeş qebûl kir. Lê piştî vê, dozgerê girtîgehê serî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Afyonkarahîsarê da. Dadgehê di 5'ê kanûna heman salê de îtiraza dozgeriyê qebûl kir û biryar da ku Uldeş sûdê ji berdana bişert negire. Bi vî awayî berdana Uldeş 16 mehan hat taloqkirin.    Uldeş piştî biryarê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê hat kirin. Li vir jî sewqî girtîgeheke di heman kampusê de hat kirin. Lijneya li vir, bi hinceta ku "dest ji rêxistinê bernedaye" cara duyan înfaza wî ji bo 6 mehan şewitand.    Hevjîna Uldeş, Nafiye Uldeş ku di mehan demê de wasiya hevjînê xwe ye jî, serî li Dadgeriya Înfazê ya Manavgatê da. Dadgeriyê serlêdan qebûl kir lê dozgerê girtîgehê îtiraz kir û serî li dadgeha bilind da. 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Manavgatê îtiraza dozgeriyê red kir. Lê tevî biryara teqezbûyî ya dadgehê jî Uldeş bi hinceta "nabêje rêxistin rêxistineke terorê ye" nayê berdan. Her wiha serlêdana sêyem a Uldeş a li îdareya girtîgehê jî bi heman hincetan hat redkirin û berdana wî 6 mehên din hat taloqkirin.    PARÊZER: BIRYAREKE NEHIQÛQÎ YE   Parêzerê Uldeş Azad Akbûlût anî ziman ku li girtîgehê tu kiryareke muwekîlê wî ya bibe sedema cezayê disiplînê û li dijî rêziknameya hundirîn a girtîgehê çênebûye û got ku muwekîlê wî bi awayekî kêfî nayê berdan. Akbûlût, bilêv kir ku bi lijneya îdare û çavdêriyê re li hundirê girtîgehê pergaleke din hatiye avakirin û ev lijne biryarên li derî hiqûqê dide û got: "Mafê azadî û ewlehiyê yê muwekîlê me bi awayekî dijhiqûqî tê astengkirin. Em li benda biryara AYM'ê ne."    KURÊ WÎ: DIVÊ BÊ BERDAN   Kurê Uldeş, Emrûllah Uldeş jî bertek nîşanî vê rewşê da û got: "Cezayê bavê min qediyaye lê bi awayekî kêfî nayê berdan. Demildest divê bavê min bê berdan. Cezayê xwe temam kiriye lê çima wî bernadin? Divê hemû kesên eleqedar bertek nîşanî vê bidin."    MA / Mazlûm Engîndenîz