Ji ber ku Eres ‘poşmantiyê’ qebûl nake nayê berdan 2023-11-28 10:37:21   MÊRDÎN - Bi hinceta ku girtî Abdullah Eres ê li Girtîgeha Hejmar 3 ya bi Tîpa T a Amedê tê ragirtin zexta “poşmantiyê” qebûl nekiriye, tehliyeya wî hate taloqkirin.    Abdullah Eres di gulana sala 2018’an de ji ber xebatên siyasî li Mêrdînê hate binçavkirin û girtin. Di dozê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 8 meh cezayê hefsê li Eres hate birînm. Eres, li Girtîgeha Hejmar 3 ya bi Tîpa T a Amedê tê ragirtin û dema mayîna di girtîgehê de anıu 5 sal û 9 mehên xwe temam kir lê nehat tehliyekirin. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya girtîgehê di hevdîtinê de pirsa “gelo tu poşmanî yan na” ji Eres kir û wî jî bersiva “Ev çend sal in bêyî ku sûcekî min hebe di girtîgehê de hatim girtin. Ma ez ê ji çi poşman bibim?” da. Li ser vê yekê lijneyê tehliyeya Eres 6 meh û 15 rojan taloq kir. Kekê Eres, Hîkmet Eres bertek nîşanî neberdana birayê xwe kir.    ‘BIRYAREKE KEYFÎ YE’   Eres, got ku ew qebûl nakin ku birayê wan nayê berdan û ev tişt anî ziman: “Em vê tecrîda li ser girtiyan qebûl nakin. Heqaret û neheqiyê li girtiyan dikin. Çima vê dikin? Ma çi heqê wan heye. Em fêm nakin bê ka çima cezayê girtiyekê cezayê xwe temam kiriye dirêj dikin. Tehliyeya birayê min 6 meh û 15 rojan taloq kirine. Cezayê xwe xelas kiriye. Bi awayekî keyfî wiha dikin. Çayvanê girtîgehê, midûr, dozger û sergardiyan tên gel hev rûdinin û li gorî keyfa xwe înfazan dişewitînin. Pêdiviya wan bi hincetekê nîne. Tu cezayên disiplînê yên birayên min nînin. Ya ku dikin tiştekî derqanûnî ye.”    ‘BIRAYÊ MIN TIŞTEKÎ KU JÊ POŞMAN BIBE NEKIRIYE’    Eres, destnîşan kir lijneyê bangî birayê wî kirine, gef lê xwariye, poşmantî lê ferz kirine û ev agahî parve kir: “Birayê min vala vala li girtîgehê tê ragirtin. Tu sûcek nekiriye. Ser re jî dixwazin poşman bibe. Birayê min jî gotiye ku tu sûc nekiriye û poşman nîne. Ji ber ku neketiye bin emrê wan, tehliyeya wî taloq kirine. Ez vê sepanê şermezar dikim.”