Tehliyeya Oktay careke din bi îdiaya ‘îxtîmalê’ hate astengkirin 2023-11-28 11:06:35   ENQERE - Tehliyeya girtî Adem Oktay ê li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tê ragirtin, careke din ji ber îdiaya “îxtîmal heye ku dema tehliye dibe sûcan bike” hate taloqkirin.    Tehliyeya girtî Adem Oktay ku li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tê ragirtin careke din ji hêla Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ve hate taloqkirin. Diviyabû Oktay di 9’ê tîrmehê de bihata berdan lê lijneyê bi îdiaya “başnehaliyê” tehliyeya wî ji bo 3 mehan taloq kir.    Oktay, cezayê xwe yê hefsê yê 17 salan temam kir û Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ji bo nirxandina rewşa Oktay di 5’ê cotmehê de careke din civiya. Lijneyê, di nirxandina xwe de îdia kir ku meharetên çareserkirina pirsgsirêkan ên Oktay bisînor in û xwedî malbat û derdoreke civakî ya birêkûpêk nîne. Her wiha lijneyê îdia kir ku Oktay tev li qurs, desên qawîşê yên ji hêla yekîneya rêberiyê ve tên dayîn û bernameyan nabe û hewldana wî ya ji bo tevlibûnê kêm e.     TEHLIYEYA WÎ JI BER ‘ÎXTÎMALÊ’ HATE TALOQKIRIN    Lijneyê, diyar kir ku Oktay beriya niha 22 cezayên disiplînê wergirtiye û ev cezaye tevek înfaz kiriye. Lijneyê, destnîşan kir ku gelemperiya cezayên disiplînê ji ber çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine lidarxistin hatine dayîn û bi vê sedemê jî tehliyeya Oktay ji ber îdiaya “îxtîmal heye ku dema derket dîsa sûc bike” taloq kir. Her wiha Lijneyê diyar kir ku Oktay bi PKK’iyan re di heman qawîşê d dimîne û bi vê yekê re diyar dibe ku poşman nîne û biryar da ku ji bo tehliyeya wî di 5’ê çileya 2024’an de dîsa bicivin.    TALOQKIRINA TEHLIYEYÊ XISTIN ROJEVA MECLISÊ    Taloqkirina tehliyeya Oktay kete rojeva Meclisê. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Serhat Eren têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne pêşnûmepirsek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir.    ‘GELO LIJNE XWE DIXE ŞÛNA DADGEHÊ?”    Di pêşnûmeyê de Eren ev pirs ji Tunç kir: “Gelo bisînorbûna meharetên çareserkirina pirsgirêkan û nebûna malbat û derdora civakî ya birêkûpek li gorî çi hatiye tespîtkirin? Bingeha van krîteran a di qanûn û rêziknameyê de çi ye? Kesek 14 sal û 39 meh in di girtîgehê de ye. Gelo ma sedema ‘nebûna derdoreke civakî ya birêkûpêk’ ne girtîgeh bi xwe ye? Ma berpirsyarê ve girtî ye yan girtîgeh û rejîma înfazê ye? Kesê ku ji bilî girtîgehê tu malbat û derdora wî ya civakî tune ma nikare ji mafê berdana bişert sûdê bigire? Qursên perwerdeyê yên sereke yên li girtîgehê çi ne? Girtî tev li kîjan qursan bûye tev li kîjan qursan nebûye? Naverok û sînorê xizmeta ji hêla yekîneya rêberiya manewî çi ye? Naveroka dersa qawişê û perwerdeya exlaqê çi ye, kî dide? Ma heke baweriya girtiyekî cuda be yan jî bawer neke nikare ji mafê berdana bişert sûdê bigire? Rîska ku dê zirarê bide civak û derdorê li gorî çi hatiye tespîtkirin? Lijne dibêje têkiliya wî bi rêxistinê re heye lê dadgehê biryareke wiha nedaye. Gelo lijne xwe dixe şûna dadgehê?”