Li Stenbolê 3 kes hatin girtin 2023-11-28 11:17:31   STENBOL - Ji 42 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin û 39 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Di 24’ê mijdarê de endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Yûsûf Gorucu jî di nav de gelek kes di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên di salên 2021 û 2022’yan de hatibûn destpêkirin, li Stenbolê hatin binçavkirin. Binçavkirî bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Alîkariya fînansê bi rêxistinê re kirine” hatin binçavkirin û piştî îfadeya li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin.    Ji 42 kesan 39 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 3 kes jî bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Alîkariya fînansî dane rêxistinê” ji hêla 5’emîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Edliyeya Stenbolê ve hatin girtin. Hat zanîn ku kesên hatine girtin dê bişînin Girtîgeha Marmarayê.    Navên 3 kesên hatine girtin wiha ne: Endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Omer Gorunmek, Azad Bariş û Şehmûs Bariş.