Ji bo mehekê 46 milyon lîre li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê zêde kirin 2023-11-28 12:53:33   RIHA - Şaredariya Pirsûsê ya qeyûm lê hatiye tayînkirina bûdçeya xwe 137 milyon TL’an di 11 mehan de xelas kir. Tevî îtîrazan jî, Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê qebûl kir ku ji bo mehekê 46 milyon û 500 hezar TL li bûdçeya şaredariyê were zêdekirin.   Lêçûna texmînî ya sala 2024’an a Şaredariya Pirsûsê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin û daxwaza bûdçeya zêdekirî ya ji bo meha kanûnê, li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hate nîqaşkirin. Bûdçeya ku anîn komîsyonê, duh di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de hate nîqaşkirin. Li şûna qeyûm Îbrahîm Guneş, midûrê xizmetên darayî yê şaredariyê tev li civînê bû. Meclisê ji ewil têkildarî daxwaza bûdçeya lêzêdekirî ya Şaredariya Pirsûsê ya ji bo meha kanûna 2023’yan hevdîtin kir. Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de, ji bo mehekê daxwaza 46 milyon û 500 hezar TL bûdçeya lêzêdekirî kir. Hat îdiakirin ku ji vê bûdçeya lêzêdekirî dê milyonek û 500 hezar TL ji bo kirîna amûrên werzîşê, 12 milyon TL ji bo kirînên xizmetê, 33 milyon û 500 hezar TL jî ji bo lêçûnên mitehitiyê bên xerckirin. Hat xwestin ku ji bûdçeya lêzêdekirî 21 milyon û 500 hezar TL ji para Dahatên Bacên Îdarî ya Navendî bê pêşwazîkirin û 20 milyon TL jî ji deynkirina navxweyî (Banka Îllerê) bê pêşwazîkirin. Ev daxwaza li Komîsyona Îhtîsasê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hate nirxandin û bi piraniya dengên endamên meclisê yên AKP-MHP’î hate qebûlkirin. Endamên meclisê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) jî şerh danîn ser daxwazê.    BÛDÇE SÊ QET ZÊDETIR KIR   Di civîna meclisê de her wiha li ser bûdçeya texmînî ya sala 2024’an a Şaredariya Pirsûsê jî hevdîtin hatin kirin. Endamên meclisê yên HEDEP’î bi sedema “bûdçeya qeyûm bûdçeya gel nîne” şerh danîn ser bûdçeyê lê ev bûdçe bi piraniya dengên endamên AKP-MHP’î hate qebûlkirin. Ji bo sala 2024’an weke texmînî 427 milyon û 505 hezar û 101 TL bûdçe hate daxwazkirin. Di sala 2023’yan de ji bo Midûriyeta Karên Paqijiyê 69 milyon û 805 TL bûdçe hatibû veqetandin lê ji bo sala 2024’an ev par derxistin 132 milyon û 196 hezar û 634 TL’an. Ji bo Karên Çand û Hunerê di sala 2023’yan de 26 milyon û 497 hezar û 684 TL hatibûn veqetandin û ji bo sala 2014’an ev par derxistin 82 milyon û 310 hezar û 557 TL’an. Ji bo Midûriyeta Park û Bahçeyan di 2023'yan de 16 milyon û 750 hezar TL bûdçe hatibû veqetandin û ji bo sala 2024'an tenê 200 hezar TL li ser hate zêdekirin. Ji bo Midûriyeta Karên Fenê di sala 2023’yan de 45 milyon û 637 hezar TL bûdçe hatibû veqetandin û ji bo sala 2024’an jî bûdçeya wê weke 101 milyon û 882 hezar û 906 TL hate texmînkirin. Her wiha bûdçeya Midûriyeta Rûxset û Venêrînê ku 300 hezar TL bû û Midûriyeta Keyatiyê ku 450 hezar TL bû jî ji bo sala nû nehatin guherandin. Bûdçeya lêzêdekirî ya Şaredariya Pirsûsê û bûdçeya sala 2024’an li Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hate qebûlkirin.    JI BO MEHEKÊ 46 MILYON TL BÛDÇEYA LÊZÊDEKIRÎ XWESTIN   Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya HEDEP’î Rûken Baran têkildarî daxwaza bûdçeya lêzêdekirî û bûdçeya 2024’an ji ajansa me re axivî. Baran, da zanîn ku bûdçeya Şaredariya Pirsûsê ya sala 2023’yan 127 milyon TL ye û wiha got: “Ji bo meha kanûnê 46 milyon û 500 hezar TL bûdçeya lêzêdekirî xwestin. Tevî dengên me yên şerhê jî daxwaz ji hêla endamên AKP-MHP’î ve hate qebûlkirin. Şaredariya ku di 11 mehan de 127 milyon TL xerc kiriye dê di mehekê de ji sê parên bûdçeyê yekê jî xerc bike. Me sedema xwestina bûdçeyê jê pirs kir û gotin; ‘em ê ji bo qada çandê bi kar bînin.’”   JI BO TEMÎRKIRINA BANÊ DIBISTANÊ 12 MILYON TL    Bi domdarî Baran got ku midûrê li şûna qeyûm tev li civînê bûbû, îdia kir ku di bin navê “Kirînên xizmetê yên din” de ji bo temîrkirina banê dibistanekê dê 12 milyon TL’an xerc bikin. Polat, wiha pê de çû: “Temîrkirina banê dibistanê di berpirsyartiya şaredariyê de nîne. Şaredarî çima ji bo çêkirina dibistanê seferberiyê radighîne? Divê MEB vê bike. Çawa 12 hezar TL’an vediqetîne. Ji 10 parên bûdçeyê parek jê ji bo temîrkirina banê dibistanê tê veqetandin. Ev tiştekî bi aqilane nîne.”    JI BO MÛÇEYÊ 132 KARKERAN 100 MILYON TL HATINE VEQETANDIN!    Baran, got ku ji bûdçeya 2024’an 132 milyon û 166 hezar TL ji bo Midûriyeta Karên Paqijiyê hatine veqetandin û wiha pê de çû: “Li gorî navçeyên din, para qeyûm veqetandin pir zêde ye. Dema me sedema vê pirsî jî gotin ku mûçeyê 132 xebatkaran 100 milyon TL digire. Gotin ku dê bi 32 milyon TL’an jî alavên paqijiyê bikirin. Dîsa ev pereye jî pir zêde ye. Mimkin nîne ji bo 132 karkeran 100 milyon TL mûçe were dayîn. Me ji endamên meclisê yên AKP’î pirsî û wan jî got ku ew jî dizanin karkerek 63 hezar TL mûçe wernagirin lê dengê xwe dernexistin.”    JI BO ÇANDÊ 82 MILYON TL HATE VEQETANDIN   Herî dawî jî Baran ev agahî parve kir: “Ji bo Midûriyeta Çand û Xizmetên Civakî 82 milyon û 310 hezar û 557 TL bûdçe hate veqetandin. Şaredariyên din ji bo vê midûriyetê ji milyonek lîre kêmtir xwestin. Şaredariya Hîlwanê ji bo vê midûriyetê 500 hezar TL xwest. Anku daxwaza qeyûm pir zêde ye. Dema me sedema vê pirsî jî bersiv nedan. Bêyî ku projeyeke wan hebe pereyeke wiha xwestine.”    MA / Emrûllah Acar