Girtiyê di greva birçîbûnê de: Ocalan xeta me ya sor e 2023-11-28 14:05:43   STENBOL - Girtî Hamgîn Karakaş ku li Girtîgeha Tîpa T a Bolvadînê tê ragirtin û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê tev li greva birçîbûnê bûye, têkildarî çalakiyê ev peyam da: “Abdullah Ocalan xeta me ya sor e.”    Girtiyê siyasî Hamgîn Karakaş ku li Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîn a Afyonê tê ragirtin û bi rêya malbata xwe ragihand ku tev li çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger bûye ku bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin. Karakaş, li ser telefonê wiha ji malbata xwe re got: “Tecrîd berfireh bûye, li tevahiya girtîgehan û li ser gelê kurd berfireh bûye. Rêbertî (Ocalan), xeta me ya sor e. Lewma em jiyana wî mereq dikin. Nêzî 3 sal in parêzer û malbat nikare pê re hevdîtinê bikin. Ji bo ku ji wir agahiyek were girtin, em jî dikevin greva birçîbûnê ya dorveger. Ji bo ku tecrîda li ser tevahiya gelê me bi dawî bikin, tişta ji destê me tê em ê bikin. Min û hevalê xwe Gokhan ji bo bidawîkirina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir.”