Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî berdewam in 2023-11-28 14:06:49   ŞIRNEX - Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina zaroka 15 salî ku tê îdiakirin xwe avêtiye Çemê Dîcleyê, di roja duyemîn de berdewam in.    Hat îdiakirin ku duh di saetên serê sibehê de zarokên bi navên Z.Ç. a 14 salî û Z.Ç. a 15 salî ku xwişk in, li Parka Melayê Cizîrî ya li navçeya Cizîr a Şirnexê xwe avêtin Çemê Dîcleyê û hewl dasn întîhar bikin. Masîvanên ku zarok ferq kirin, midaxele kirin û zaroka 14 salî rizgar kirin.    Zaroka din li ber avê ket û nehate dîtin.    XEBATÊN LÊGERÎNÊ DIDOMIN   Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina zaroka 15 salî jî berdewam in. Ji bo ku encamek ji xebatên lêgerînê bê girtin, deriyên Bendava Ilisuyê ya li ser Çemê Dîcleyê hatin girtin. Xebatên lêgerînê li derdora Pira Yasefê û pira rêya hawirdorê tên domandin.