Dayika girtî: Tenê lingekî kurê min heye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje 2023-11-29 10:01:00   DÎLOK - Girtiyê nexweş Şaban Kaygusuz ji sedî 90 astengdar e û nayê berdan. Dayika Kaygusuz, Durrî Kaygusuz wiha got: “Tenê lingekî kurê min ma ye lê çi bikin jî dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje.”    Girtiyê nexweş Şaban Kaygusuz (27) li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin. Destê rastê û piyê rastê yên Kaygusuz nînin. Dayik û bavên Kaygusuz, Durrî Kaygusuz (64) û Hamît Kaygusuz (65) têkildarî binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin nirxandin.    ‘DIVÊ TECRÎD TAVILÊ BI DAWÎ BIBE’   Durrî Kaygusuz bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: “Bi sala ye gelê kurd û girtî di tecrîdê de ne. Ne tenê girtî, malbatên wan jî tên tecrîdkirin. Ez herî dawî di 6’ê mijdara 2023’yan de çûm serdana kurê xwe. Nikarim bibêjim rewşa wan baş e. Di bin zextê de ne û çi rehetiyê nadin wan. Rewşa girtîgehan nebaş e. Gotin ku bi qasî birêz Ocalan tecrîdkirî be dê tecrîda li ser wan jî bi dawî nebe. Gotin ku her du tecrîdan girêdana xwe bi hev ve heye. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê bi dawî bibe. Divê zarokên me di girtîgehan de nebin. Divê kurê min li mal bûya û min lê binihêrta. Dest û lingên wî nînin. Nikare di girtîgehê de bijî. Ez ê ji wî re bibim dest û ling. Îcar ev jî bes nakin ku rastî êrişên fîzîkî tê. Em vê yekê qebûl nakin. Xwedê jî vê qebûl nake. Tu bingeheke hiqûqî yê cezayê muebbetê ku li kurê min birine nîne. Divê tu kesê ji xwe re dibêje mirov vî cezayî qebûl neke.”    ‘TIŞTÊN KURÊ MIN JIYAYÎN DESTAN E’    Bi domdarî Kaygusuz bi bîr xist ku kurê wê du sal berê ji Amedê sirgunî Kayseriyê hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Nexweşiyên min ên weke tansiyon, bêhnkurt, şekir, fetq û hwd. hene. Tevî hemû astengkirin û nexweşiyan jî bi qasî ji dest tê diçim serdana kurê xwe. Min soz daye zarokên xwe ku dê di têkoşîna wan de yek rojê jî wan bi tenê nehêlim. Em dayikin û divê dilê dayikan neşewite. Ev 50 sal in em ji bo aştiyê têdikoşin. Em naxwazin tu kes bimre û hêsirên çavên dayikan bibarin. Tiştên kurên min jiyayîn destaneke. Hem dê dest û lingên te nebin lê dê di girtîgehê de bijî. Tevî vê jî tawîzê nade. Ev ji bo gelên cîhanê mînakeke. Tevî her zextan jî poşmantî qebûl nekir û dê neke jî. Tenê lingekî wî ma ye lê dê bi wî lingî jî paşvegavê neavêje. Heta ku bijîm dê li gel têkoşîna zarokên xwe bim. Dest û lingê zarokê min nîne û ji sedî 90 astengdar e lê ATK’ên Stenbol û Kayseriyê dibêjin ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Ev çi wijdan e? Heke dema kurê min birîndar midaxile bihata kirin, dê îro bikariya bimeşe. Lê nekirin û xistin vî halî.”    AŞTIYEKE BIRÛMET   Kaygusuz, bi lêv kir ku çareseriya tevahiya pirsgirêkan bi vekirina deriyên Girtîgeha Îmraliyê pêkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her ku em qala aştiyê dikin, ew tecrîdê giran dikin û zarokên me qetil dikin. Em dibêjin wekhevî lê tunekirin û înkarê li me ferz dikin. Çareserî ev nîne. Çareserî, aştî û hevdîtinin. Divê tavilê bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan rabe, dê tecrîda li ser zarokên me jî rabe. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî bên berdan û aştiyeke birûmet pêk bê. Ji ber tecrîdê, grevên birçîbûnê dîsa dest pê kirin. Heke tecrîd ranebe dê rojên xwe neyên. Em bi hêviya rojên xweş, aştî, xwişk-biratî û wekheviyê dijîn. Lê mixabin ji ber ku edalet û wekhevî tune ye, dê zarokên me birçî bimînin. Sê hefte berê çûm serdana kurê xwe û ji min re got; ‘êdî neyên hevdîtinê. Demsala zivistanê hat û tu nexweşî.’ Min jî got ku tevî hemû zehmetiyan ez ê dîsa jî bêm. Wê demê got; ‘dê grevên birçîbûnê dest pê bikin, dibe ku em êdî hev nebînin.’ Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Em li benda aştî û xeberên xweş in. Banga min ji bo her kesê ji xwe re dibêje mirov ev e; ji bo kurê min çi ji destê we bihê bikin.”    Dayika Kaygusuz piştre jî strana ku li ser çîroka kur û malbata xwe nivîsandî striya û bal kişand ser derhiqûqtiyan.    EDALET Û HEQÎQET   Bav Hamît Kaygusuz jî destnîşan kir ku di jiyanê de tiştên herî xurt edalet û heqîqet in û ev tişt anî ziman: “Tu tiştên ji van mezintir nînin. Divê her kes bi edalet be. Daxwaza me aştî û edalet e. Divê girtiyên nexweş û astengdar tavilê bên berdan. Em naxwazin êdî wan dema êş dikişînin bibînin. Em her tim li gel aştî û wekheviyê bûn.”    ŞABAN KAYGUSUZ KÎ YE?   Kaygusuz, di sala 1996’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayhik bû. Di heman salê de ji ber ku malbata wî zexta cerdevantiyê qebûl nekir, koçî Dîlokê bûn. Ji ber zextên li ser malbata wî hatine kirin, di sala 2015’an de tev li refên PKK’ê bû û di sala 2017’an de li Şirnexê di pevçûnekê de birîndar bû. Ji Şirnexê sewqî Wanê hate kirin û hêj tedawiya wî temam nebûyî bi awayekî birîndar şandin Girtîgeha Sêrtê. Ji vir jî sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amed3e hate kirin. Di 19’ê cotmeha 2021’ê de bi îdiaya “ewlehiyê” sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê hate kirin. Tevî rapora ji sedî 90 astengdar e û dest û lingên wî yên rastê tune ne jî, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kayseriyê di 8’ê kanûna 2022’yan de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da.    MA / Emrûllah Acar