Rêya Xiştanê bi hinceta ‘nifûs kêm e’ nayê çêkirin 2023-11-29 10:03:53   DÊRSIM - Keyayê gundê Xiştan a navçeya Mazgêrdê Mehmet Hakki Ozdemîr diyar kir ku rêya wan bi hinceta “nifûs kêm e” nayê çêkirin û xwest mexdûriyeta wan were çareserkirin.    Neçêkirina rêya gundê Xiştan a navçeya Mazgêrda Dêrsimê welatiyan mexdûr dike. Li gund 20 xanî hene, şênî debara xwe bi sewalkariyê dikin û ji bo çûna navenda navçeyê jî têra xwe bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Gelek welatiyên bi nexwşiyên giran re dijîn, havînê ji ber tozê, zivistanê jî ji ber zehmetiyên şert û  mercan nikarin biçin nexweşxaneyan jî.    HAVÎNÊ TOZ, ZIVISTANÊ BERF   Keyayê gund Mehmet Hakki Ozdemîr diyar kir ku tevî wan ji bo çêkirina rêyê gelek caran serlêdan kirine jî lê her carê bi hinceta “hejmara welatiyan kêm e” rêya wan nayê çêkirin. Ozdemîr, got ku dema serlêdan kirin wiha jê re hatiye gotin: "Dê pêşî xizmet biçe cihên ku hejmara wan zêde, dê piştre dora we were. Dê kengî dor were me, em jî nizanin. Qenalên me yên avê hene, tev hilweşiyane. Em dixwazin serê wan jî were girtin. Me ji bo wê jî serlêdan kir lêbelê têkildarî mijarê hêj jî li me venegeriyane. Em di zivistanê de zehmetî û astengiyan dikêşin. Berf gelek dibare, rêyên me di navbere 5 û 15 rojan girtî dimînin. Îdareya Taybet nikare bigehije. Pirsgirêkên me yên bi vî awayî hene.  Em jî welatî ne, li vir dijîn, bila pirsgirêkên me çareser bikin. Dewlet ji bo me jî bûdçeyê vediqetîne lê belê nagihije me. Em ji ber vê yekê mexdûrin.”   ‘RÊ TUNE, CEYRAN PIRSGIRÊK E’   Gundiya bi navê Fatma Kocaman a 64 salî jî anî ziman ku nexweşiyên wê hene û ji ber wesayîta wan tune ye nikarin xwe bigihînîn nexweşxaneyê û got: “Çokên min emeliyatkirî ne, dibe ku 10 caran min emeliyat kiribin. Dîsa dê anjiyo bibim lê belê rê tune. Em tenê bi mûçeya taqawîtê debara xwe dikin. Kurê min jî nexweş e û divê her mehê biçe kontrolê lêbelê nikare biçe. Ne rê heye ne tiştekî din. Kes eleqedar nabe. Li ber deriyê me re rê tune. Bi vî halê xwe yên asteng, heya ser rê dimeşim û wisa siwarî erebeyê dibin. Veguhestin jî tune, tenê wesayîta muxtar heye. Muxtar jî kê bibe kê bîne. Ew jî mafdar e, ma dikare çi bike? Bila ji bo çêkirina van rêyan xebatek hebe. Ceyran jî pirsgirêk in, sarinc şewitîn. Sarinca min jî şewitî. Bila alîkariya me jî bikin.”   Sîsan Can jî diyar kir ku kurê wê nexweşê şekirê ye û anî ziman ku dema dibe zivistan şert û mercên rêyan zehmettir dibin. Can, ji rayedaran xwest ku ji bo wan têkevin nava liv û tevgerê.    MA / Eylem Akdag