Danişîna doza Tahir Elçî dest pê kir 2023-11-29 10:43:38   AMED - 8’emîn danişîna doza Tahir Elçî li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir.    Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara sala 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li Sûr a Amedê hate qetilkirin. Derheqê qetilkirina Elçî de doz hatibû vekirin û 8’emîn danişîna doza li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Polîsên ku negirtî tên darizandin Sînan Tabûr, Mesût Sevî û Fûat Tan bi sedema “ji ber qisûra xwe bûn sedema mirinê” tên darizandin. Her wiha ji bo Ugur Yakişir ê PKK’î ku derheqê wî de biryara girtinê hatiye dayîn, bi îdiaya “Bi qesdî bûye sedema mirinê” ceza tê xwestin.    Hevjîna Elçî, Turkan Elçî, Serokê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, serokên 18 baroyan, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Gel a Komarê (CHP) û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li danişînê bûn.    Ji ber ku eywana danişînê biçûk bû, hejmara kesên tev li danişînê bibin hate bisînorkirin. Danişîn, bi hatina şandeya dadgehê re dest pê kir.