Ji 43 kesan 7 jê hatin berdan 2023-11-29 11:12:03   BEDLÎS - Di encama serdegirtinên li Bedlîs û Wanê de 43 kes hatibûn binçavkirin û ji binçavkiriyan 7 jê hatin berdan. Parlamenterê HEDEP’ê Huseyîn Olan got ku bi operasyonan dixwazin gundan vala bikin.    Polîs û cendirmeyan duh li navçeyên Xîzan û Tetwanê yên Bedlîsê û li Wanê bi ser gelek malan de girtin û 43 kes binçav kirin. Ji 43 kesên bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Alîkarî dane rêxistinê” hatibûn binçavkirin 7 jê hatin berdan. Karûbarên îfadegirtinê yên 36 kesan jî li qereqol û midûriyetên emniyetan bedewam in. Navên kesên hatine berdan ev in:  Reşît Aydin, Abdurrahman Avcil, Şukru Avcil, Azîze Çetîn (70), Sunay Hergul, Pekîn Hergul û Nazîfe Hergul.   ‘ARMANCA VALAKIRINA GUNDAN E’   Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Bedlîsê Huseyîn Olan bertek nîşanî binçavkirinan da û wiha got: “Ji havînê heta niha li gundên Bedlîsê operasyon tên kikrin. 10 gund bi mehan di dorpêçê de man. Welatiyan nekarin erdê xwe bikêlin, çandinê bikin. Leşkeran bi sedan dar birîn. Armanca esasî, valakirina gundan e. Dixwazin derdora baregehên leşkerî vala bikin. Li van gundan herî zêde ji bo deng derdikevin. Hewl didin tolê hilînin. Di nava van kesan de kesên kal, zarok û nexweş jî hene. Li vir hiqûqa dijminatiyê heye. Divê gelê me hay ji armancên heyî hebe. Gelê me mafdar e û dê serî netewîne. Çi bikin jî dê nekarin paşvegav bi gelê me bidin avêtin.”