ÎHD ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da 2023-11-29 15:28:52   ENQERE - ÎHD'ê ji bo şandeyekê bişîne Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, serî li Wezareta Dadê da.     Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo ku şandeyekê bişîne Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, serî li Wezareta Dadê da. Komeleyê di daxwaznemeye xwe de destnîşan kir ku ev sê sal in destûr nayê dayîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bi parêzêr û malbatên xwe re hevdîtinê bikin û têkildarî mijarê gelek serlêdan ji wan re hatine kirin û wiha got: "Di serlêdanan de malbat û parêzeran destnîşan kirin ku ew ji miwekîl û xizmên xwe agahiyê nagirin, di saziyê de tecrîd li ser wan tê sepandin û ji ber van sedeman xwestin şandeyeke bêalî serdana Girtîgeha Tipa F ya Îmraliyê bike. Herwiha girtiyên di girtîgehên cuda de tên ragirtin, ji me re gelek name şandin û anîn ziman ku ew ji ber ji Abdullah Ocalan û ji kesên di heman girtîgehê de tên ragirtin agahî nagirin û ji ber vê yekê dest bi greva birçîbûnê kirine.”    ŞANDEYEKE BÊALÎ BILA BIÇE ÎMRALIYÊ   Di daxwaznameyê de hat bibîrxistin ku ÎHD li dijî cihêkariyê, bi hewcedariya parastina mafan, dixwaze her cure sepanên cihêkar werin bidawîkirin û wiha pê de çû: “Komeleya me di daxuyaniyên ji sedemên cuda de destnîşan kir ku girtîgeha tenê yek kes tê de tên ragirtin tecrîdeke tam ava dike û ev rewş, li gorî pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî nîn e û mafên hikûmxwaran binpê dike. Ji ber serdemên li jor hatine diyarkirin hewcedariya kêmkirina gengeşiya li welat heye û dema daxwazên kesên serlêdanê kirine didin ber çavan, em difikirin ku hewcedarî heye ku şandeyek ava bibe û biçe serdana Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê. Ji ber vê yekê em wek Komeleya Mafên Mirovan dixwazin ku ji bo serdanê Girtîgeha Îmraliyê destûrên pêwîst werin dayîn."