Xizmên girtiyan li pêşîya girtîgehê ne: Dawî li qedexeyan bînin 2023-11-29 16:53:36   STENBOL - Malbatên bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re hatine cem hev, banga neşewitandina înfazan û dawîkirina qedexeyên hevdîtinê kirin.    Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) têkildarî şewitandina înfazên girtiyan û qedexeyên hevdîtinê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî da. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MATUHAY-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Kezban Konûkçû û gelek xizmên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Şewitandina înfazan û qedexeyên ragihandin û hevdîtinê bînin" hate vekirin.    Berdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser binpêkirina mafan ên girtîgehan. Çîçek, qala çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin kir û wiha axivî: “Niha gelek girtî di girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê de tên ragirtin, ketin greva birçîbûnê. Dixwazin girtiyên siyasî ji fikr û bîrdoziyên xwe paş de gav bavêjin. Sedema bingehîn a îşkence û zextên girtîgehan jî ev e.”   HINCETÊN NEBERDANAN    Endama TDÎ’yê Elvan Ozerlî jî anî ziman ku Rewşa Awarte (OHAL) û pandemî wek hincet hat nîşandan û di girtîgehan de binpêkirinên mafan gihiştin asta herî jor. Ozerlî, diyar kir ku li ser girtiyan tecrîd hate girankirin û wiha axivî: “Di girtîgehen de her cure zext, tecrîd, îşkence û mûameleya xirab zêde bû. Dewlet xwest ku pergalekî ku hiqûq bi tu awayî neyê şixulandin ava bike, herwiha dixwaze şewitandin, û taloqkirina înfazan, qedexeyên ragihandin û hevdîtinan bike sepaneke mayînde. Ev rewş girtiyan hefsî dorpêça tecrîd û mirinê kir."    SEDEMÊN VIK Û VALA   Ozerlî diyar kir ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên girtîgehan “bi sedemên vik û vala” înfazên girtiyên dişewitîne û got: “Girtî ji ber sedemên wekî ‘bi mele re hevdîtinê nekiriye, zêde pirtûk xwendiye, av û ceyranê baş bikar neaniye, bi kurdî stran gotiye, poşman nebûye, bi kesên di qawîşê de tên ragirtin re zêde diaxive, kesek di malbata wî de girtî ye’ nabin xweşhalî. Înfaza sedan girtiyan an hate taloqkirin an jî hate şewitandin."    QEDEXEKIRINÊN HEVDÎTINAN KÊYFÎ NE   Di dawiya axaftina xwe de Ozerlî diyar kir ku hevdîtina malbatan a bi girtiyan re jî tê astengkirin û wiha pê de çû: “Xizmên girtiyên ên dixwazin hevdîtinê bikin, pêşî ji lêpirsîna ewlehiyê derbas dibin. Piştî lêpirsînê bi sedemên kêyfî, hevdîtinan qedexe dikin. Têkildarî qedexekirina pîvanên hevdîtinê tu zagon nîn in. Kesên derbarê wan de tu biryarên astengkirinê nîn in, wek ‘metirsyar’ tên hesibandin û hevdîtina wan tê astengkirin. Saziyên van lêpirsînan dikin jî biryarên kêyfî didin. Biryarên bi vî awayî hatine dayîn esas tên girtin û hevdîtina girtî û xizmên girtiyan tê astengkirin.”