Hatîmogullariyê çû serdana Emîne Şenyaşarê 2023-11-29 19:12:11   RIHA - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogullari ku li Rihayê serdanên xwe didomîne, çû serdana Emîne Şenyaşarê ya ku ji bo edaletê têdikoşe.    Hevsreoka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatimogullari, serdanên xwe yên li Rihayê li navçeya Pirsûsê domandin. Hatîmogûllari ku ewil çû serdana esnafên Kolana Ziyaretê, paşê çû mala girtiyên birayên hev Fevzî, Mehmet Haşîm, Mehmet Kasim û Omer Aslan. Mehmet Arslan da zanîn ku kurê wê Fevzî Arslan nexweş e û nexweşîna wî giran e û got ku divê ew rewşa girtiyên nexweş têxin rojeva meclîsê.   Hatîmogûllariyê piştre bi heyeta ligel xwe çû serdana Emîne Şenyaşarê ya ji bo edaletê têdikoşe. Şenyaşarê der barê rewşa tenduristiya xwe û têkoşîna edeletê ya dimeşîne de agahî dan. Hatîmogûllariyê diyar kir ku têkoşîna Emîne Şenyaşarê têkoşîna wan e jî.   Hatîmogûllari û heyeta ligel wê piştre çûn mala Adle Samûr ya 63 salî ku di 23’yê îlonê de ji girtîgehê derketibû.