Li Enqereyê pêşangeha 'li hundir li derve' 2023-11-30 09:05:20   ENQERE - Pêşangeha bi temaya tundiyê ya bi navê "li hundir li derve" ku dê berhemên girtiyan lê bên pêşandan, dê di 1'ê kanûnê de li Enqereyê bê pêşandan.    Pêşangeha bi temaya tundiyê ya bi navê "li hundir li derve" ku ji aliyê Kolektîfa Gorulmuştur û Koma Redfotoğrafê ve hatiye amadekirin, dê di navbera 1 û 8'ê kanûnê de li Enqereyê bê pêşandan. Vekirina pêşangehê ku dê li Tesîsên Komeleya Xwendekarên Vişnelîk a Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) bê lidarxistin, dê di 1'ê Kanûnê roja înê saet di 19.00'an de bê lidarxistin. Dê li pêşangehê berhemên bi hezaran girtiyên ku 10, 20 û 30 sal in di girtîgehan de ne, bên pêşandan.   Kolektîfa Gorulmuştur û Koma Redfotografê der barê pêşangehê de ev daxuyanî belav kir: “Dema ku hunermend li pey bedewiyê diçe, li kevirên êşê dikeve. Ger xwe bitewîne û rahêjê destê wî û ger ranehêjê wijdana wî xwîn dibe. Ligel qedexeyên bêhempa yên li hundir û derve jî, ev hunermendên ku xwîn ji destên wan tê, dev ji hilberîna ramanan bernadin û bi taybetî jî berhemên nivîskar, helbestvan û wênesazên girtî, tevî sansur û 'mohrên xerabiyê'jî, di nav kelûpelên hesinî de tên xwe digihînin me."    HILBERÎNA BI HEZARAN GIRTIYAN   Di gotara danasîna pêşangehê de ev tişt hatin belavkirin: “Bi hezaran girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê, tevî tundiya tecrîd û sansurê jî daxwazên xwe yên ji bo azadî û wekheviyê bi nivîs û beyt, firçe û tuwal, gotin û notayan û carinan jî bi bi dirûşmeyan didomînin. Berhemên girtiyan ku hûn ê di vê pêşangehê de bibînin, tenê beşeke biçûk a hilberîna bênavber a bi hezaran mirovên ku 10, 20 û 30 sal in di girtîgehê de ne."