Rêya ku 4 sal in nehatiye temamkirin dibe sedema qezayan 2023-11-30 09:07:25   ŞIRNEX - Rêya Hevrişimê ya dîrokî ya di navbera Cizîr û Silopiyayê de ku 4 sal in nehatiye temamkirin, her roj dibe sedema qezayeke nû.   Çêkirina Rêya Hevrişimê ya Navneteweyî ya 32 yî ku di navbera navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê de ye û Tirkiye û Herêma Kurdistana Federe bi hev ve girêdide, veguheriye çîroka qulingî. Netemamkirina rê ku her roj bi hezaran wesayît tê re derbas dibin, dibe sedema qezayan. Rêya ku 12 sal in nehatiye nûkirin, her sal tenê hin deverên wê tê temîrkirin. Ji ber ku li ser vê rêya 32 kîlometroyî bariyer û ronahî tune ne, ev yek her roj dibe sedema qezayine nû. Rêya ku 12 sal in nehatiye temamkirin, beriya her hilbijartinê ji aliyê hikûmetê ve wekî amûreke propagandayê tê bikaranîn.    DIVIYABÛ DI 500 ROJÎ DE BIHATA TEMAMKIRIN   Tevî ku di îhaleyê di sala 2019'an de hat çêkirin de biryara "dê di 500 rojî de bê temamkirin" ya Midûriyeta Herêma 9'emîn a Amedê ya Midûriyeta Giştî ya Rêbejahiyê heye jî, xebatên çêkirina rê nehatin temamkirin. Di malpera fermî ya Walîtiya Şirnexê de hat ragihandin ku di sala 2023'yan de 13 kîlometre rêya di navbera Cizîr û Silopiyayê de nehatiye çêkirin.   MIROV BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN   Mehmet Aksak (47) ku 23 sal in di navbera Cizîr-Silopiyayê de rêwiyan vediguhêze, pirsgirêkên ku li ser vê rêya veguheriye çîroka qulingî de bi wan re rû bi rû dimîne ragihandin. Aksak diyar kir ku ji ber ku ev rêyeke dîrokî , navneteweyî ye ji aliyê qamyonan, TIR û wesayîtên din ên mezin ve gelekî tê bikaranîn. Aksak amaje bi wê yekê kir ku ji ber ku bi salan e rê nehatiye veguheriye kuna xiltan û ev tişt gotin: “5 sal in hewl didin vê rêyê çêbikin, lê hê jî nehatiye temamkirin. Ji ber ku ev rê xerabe ye, em di her çûnhatinê de rastî gelek xetereyan tên. Amortîsorên wesayîta me diteqin, derî ji cih dertê û kursî dişkên. Rêwiyên ku ji Cizîrê diçin Silopiyayê, ji ber lerizîna bênavber nerihet dibin. Dilê mirovan dixele. Her wiha ji ber ku rê pir xerab in, her tim dibin sedema qezayan. Ji ber vê rêya xerabe û qet nayê temamkirin, mirov her roj bi mirinê re rû bi rû dimînin. Pêwîste xebatên çêkirina rêyan rojek berî rojekê bên temamkirin."   ‘DIBIN SEDEMA QEZAYAN'   Abdurrahman Olmez (49) ku ji navçeya Cizîrê ber bi Deriyê Gumrikê yê Xabûrê yê navçeya Silopiyayê ve diçe, bertekên xwe wiha anîn ziman: “Em di sedsala 21’ê de ne, lê rêyên me hê jî wiha ne. Dema ku em li ser vê rêyê diçin em xwe pir nerehet hîs dikin. Min jî bi salan li ser vê rêyê ajokarî kir. Dema ku ez di vê rêyê de diçûm û duhatim mehê an jî du mehan carekê min meqesên wesayitê diguherandin. Dema em li ser vê rêyê diçin, di warê ewlehiyê de fikar li me peyda dibin. Ji ber ku dibin sedema qezayan. Ez niha ji sersaxiyê têm. Xizmekî me şofêrê qamyonê qeza kiribû û jiyana xwe ji dest da. Ger rê xweş bin û pîvan hişk bin, dê rêjeya qezayan jî kêmtir be."   MA / Omer Akin