Li Wanê pirsgirêka komirê: Kalorîferên gelek dibistanan nehatine vekirin 2023-11-30 09:13:45   WAN - Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku ji ber hê jî komir li dibistanên Wanê nehatiye belavkirin kalorîferên dibistanan girtî ne û xwest ku îdarekkarên xwecihî berpirsiyariya bi cih bînin.    Hat diyarkirin ku li Wanê ku zivistanên wê dijwar derbas dibin, êzing û komir li gelek dibistanan nehatine belavkirin. Hat ragihandin ku li gelek dibistanan bi taybetî li navendên navçeyan ji ber ku komir tune ye kalorîfer hê nehatine vêxistin û li dibistanên gundan jî xwendekar bi tepik û êzingên ku ji malê tînin xwe germ dikin.   KALORÎFERÊN DIBISTANAN NEHATINE VEKIRIN   Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku dibistanên ku kalorîferên wan nehatine vekirin hene û ji ber vê yekê xwendekar di hawireke sar û nebaş de perwerdeyê dibînin. Mûrat Atabay da zanîn ku salên berê ji bo dibistanan îhaleyên komirê di asta herêmî de dihatin kirin, lê ji sala 2020’an û vir ve bi biryarnameya ku ji teref Serokkomartiyê ve hat weşandin îhaleyên herêmî hatine betalkirin û got ku dabînkirina komirê bi îhaleyên navendî dest pê kiriye. Atabay da zanîn ku komira ku bi rêya Kargehên Komirê yên Tirkiyeyê (TKÎ) tê peydakirin, ji aliyê Rêhesinên Dewletê ve tê veguhastin û radestî bajaran tê kirin û wiha got: “Piştî ku ev pêkanîn dest pê kir, em rastî gelek pirsgirêkan hatin. Ya yekem, ji ber ku qeyd dereng gihaştin bajaran, belavkirin bi derengî hat xistin.    Yanî bi hatina zivistanê re belavkirina komirê bi xwe re gelek pirsgirêkan tîne. Pirsgirêka duyemîn a mezin jî, asta kaloriyê ya vê komirê kêm e û gelek malzemeyên bermayî, nemaze kevir tê de hene. Li gorî lêkolîna ku me hefteya borî li bajêr kir; Komir hê negihaştiye piraniya dibistanên gundan jî. Yanî mamoste û xwendekar di van şert û mercên dijwar ên zivistanê de bi taybetî ji ber hewaya sar a ku hefteya borî dest pê kiribû, rastî pirsgirêkên mezin tên. Niha bi dehan dibistanên me hene ku kalorîferên wan nehatine vekirin. Ev zarok, ji bêgavî di şert û mercên nebaş de diçin dibistanê."   Murat Atabay   ‘ÎDAREKAR XWE NADIN BER BERPIRSIYARIYÊ'   Atabay li ser pirsa çima îhaleyên xwecihî hatine betalkirin wiha got: “Çima îhaleyên xwecihî veguheran îhaleyên navendî? Gelo qey hêviyeke wan ji Kargehên Komirê yên Tirkiyê heye? Bi veguhestina komirê ya bi rêya Rêhesinên Dewletê, qey budçeyek ber bi wir ve tê veguheztin? Em vê nizanin. Lêbelê, em dizanin ku xwendekar û xebatkarên perwerdehiyê ynayên hesibandin. Ev çend sal in li Wanê ev pirsgirêk didome. Rêveberên xwecihî yên ku me bi wan re hevdîtin kir, diyar kirin ku ji ber ku îhaleyeke navendî ye nikarin mudaxele bikin. Di vî warî de xwe nadin ber berpirsiyariyê. Digel ku ew qas pere ji cihên cuda re têne veguheztin, lê budçeyek pir kêm ji qada perwerdeyê re tê veqetandin. Di peydakirina hewcedariyên bingehîn de jî gelek zehmetî hene. Lewma em li bendê ne ku rêveberên xwecihî însiyatîfê hilgirin û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin, da ku komir di wext de bê peydekirin."    REWŞA DIBISTANÊN GUNDAN   Atabay bal kişand ku sotemenî ji dibistanên gund re nayê şandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sobe bi tepik û darên ku zarok ji malên xwe tînin tên dadan. Dibistanên ku pergala qazanê û kalorîfer lê hene jî, di vî warî de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ,ne. Hem dereng hatina komirê hem jî qalîteya wê ya pir nebaş dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Me ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr re nameyek nivîsand û xwest ku ev pirsgirêk di zûtirîn demê de bê çareserkirin. Ji ber ku giliyên cidî tên. Ji bo nimûne; Li navçeya Payîzavayê herî kêm behsa 60 dibistanên gundan tê kirin. Dîsa li navçeya Çardêranê gelek dibistanên gundan komir ji wan re neçûye. Ji ber rewşa hewaya Wanê ne mimkun e ku meriv li wir bimîne û li wan gundan mamostetiyê bike.”   MA / Ercan Oksuz