Yakişir ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Ruhê azadiyê hêzê dide me 2023-11-30 11:32:27   ÎZMÎR - Talîp Yakişir ê li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, anî ziman ku ruhê azadiyê hêzê dide wan.    Talîp Yakişir ê li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê tê ragirtin aşkere kir ku di çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê mijdarê bi daxwaza kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatiye destpêkirin de ye. Yakişir ê bi malbata xwe re bi telefonê axivî, anî ziman ku di çalakiya greva birçîbûnê de ye û anî ziman ku heta daxwazên wan tên pêşwazîkirin dê çalakiya wan berdewam bike.    ‘RUHÊ AZADIYÊ HÊZÊ DIDE’   Peyama Yakişir wiha ye: “Em ji 27’ê Mijdarê ve ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Çalakiya me 4 roj li pey xwe hiştin. Çalakiya me niha bi awayekî dorveger didome. Pêvajoya ji niha şunde dê çawa bidome ne diyar e. Em weke girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne gelek baş in. Ez dikarim bibêjim ku moral û coşa me gihişriye asîmanan. Em bi ruhê azadiyê çiqas hêzê li xwe zêde bikin em ê ewqas nêzî azadiyê bibin. Ez bi van hestan silav û hezkirinên xwe ji gel û dostên me re dişinim. Govendên azadiyê yên li çiyan ruhê dide laşê me. Her tim di nava xêrê de bin, bi govend û coşê re bimînin.”