Cemal Tanhan ev 39 roj in têkoşîna jiyanê dide 2023-11-30 14:27:08   ÎZMÎR - Cemal Tanhan ê piştî felc derbas kir hatiye berdan, ev 39 roj in di venêrîna awarte de têkoşîna jiyanê dide.    Girtiyê nexweşê giran ê 30 salî Cemal Tanhan (68) di Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê dihat ragirtin, di 23’ê yê cotmehê de felc derbas kir û wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a Bolûyê. Tanhan piştre di 27’ê cotmehê sewqî Beşa Cerrahiya Giştî ya Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê hate kirin. Derbarê Tanhan de di 6’ê mijdarê de biryara berdanê hat dayîn û ev 39 roj in Tanhan di serwîsa venêrîna awarte de têkoşîna jiyanê dide.    Tanhan bi nexweşiya penceşêrê ketiye û nexweşî di asta 4’an de belavî tevahiya laşê wî bûye. Tanhan ê êdî nikare biaxive, ji ber zatûreyê av li ser cergê wî kom bûye.    Keça Tanhan Ayşe Tanhan di 27’ê mijdarê de bi bijîşkê bavê xwe re avivî û derbarê rewşa bavê xwe de ev agahî parve kirin: “Bijîşk ji min re wiha got ‘Me ava ku li ser cergê wê kom bûbû, jê girt. Em ê dermanên ku didinê, dê biguherînin. Ger ku dermankirina wî baş biçe, em ê wî hişyar bikin. Em ê bi vî awayî karibin sewqa wî bikin.’ Lêbelê bavê min ev demeke dirêj e tê dermankirin. Ji ber ku di girtîgehê de bû, bi derengî dest bi dermankirina wî kirin. Heke demek zûtir bihata dermankirin û li derva bûya, rewşa wî wiha nedibû.”