Daxwaza tevlibûna doza Kobanê ya Diyanetê: Serokkomariyê mizgeftên ‘şewitandî’ ranegihand 2023-11-30 15:08:21 ENQERE - Serokkomariya ku pêşniyaznameya tevlîbûna Doza Kobanê ya Diyanetê bersivand, derbarê ‘mizgeftên şewitandî’ de agahî parve nekir.   Serokatiya Karûbarên Diyanetê di 5’ê nîsanê de xwest tev li Doza Kobanê ya 18 kes jê girtî, 108 siyasetmedar jê tên darizandin bibe. Diyanete îdia kir ku di bûyerên 6 û 8’ê cotmeha 2014’an de hin mizheft û avahiyên olî zerar dîtine. Herwiha bi gotina “jirêderketî” heqaretê li HDP’iyan kir.   Parêzerên HDP’î di 16’ê tîrmehê de bi sedema “heqaret hatiye kirin” giliyê Diyanetê kir. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) jî mijarê di Meclisê de nîqaş kirin. Serokkomariyê pêşniyazpirsa Parlamenterên HEDEP’î Serhat Eren û Gulderen Varli bersivand.   Serokkomarî di bersiva daye Eren de îdia kir ku hin mizgeft, qûrsên Qûr’anê û saziyên olî yên di bin rêvebirina Diyanetê de ne zerar dîtine. Lê belê Serokkomarî derbarê navê camî û saziyên olî yên ku zerar ditine, tu agahî parve nekirin.