Li Nisêbînê 2 kes hatin binçavkirin 2023-12-01 08:52:27   MÊRDÎN - Di ketina navçeya Nisêbînê de polîsan wesayîtek sekinandin û yek jê jin 2 rêwî derb kirin û binçav kirin.    Duh di saetên şevê di ketina navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de wesayîta Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Nisêbînê yê berê Şiyar Koç û jineke pê re ku navê wê nehat zanîn hate sekinandin û her du jî hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di dema binçavkirinê de Koç û jina pê re hatin derbkirin û birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê.