ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-01 09:00:02   * Di Çemê Dîcleyê de hema bêje her roj bûyerên nû yên xeniqandinê û xwekuştinê çêdibin. Noqvanên ku beriya niha demildest mudexileyî bûyerên bi vî rengî dikirin qeyûm ew ji kar avêtin. Noqvanên heyî û yên ji derve tên sewqkirin jî qels in.    * Qadên moxilkirin û hûrkirina komirê yên gundê Avgamasiyayê ku 2 sal berê biryara hatibû dayîn bên betalkirin, zirarê didin candarên herêmê û xwezaya wê. Gundiyan bertek nîşan dan ku çima biryara hatiye dayîn nayê pêkanîn û gotin:" Fêkiyên me, heywanên me, bax û baxçeyên me û malên me di bin toza komirê de ne."   * Danişîna rojnameger Dîcle Mûftûoglû, Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok dê di nava mehê de bên lidarxistin. Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran diyar kirin ku ew li gel hevrêyên xwe ne û banga hevgirtinê kirin.   * Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê ku ev 5 sal in erzaq nekiriye, beriya hilbijartinê 2 caran, bi giştî bi 9 milyon TL'yî miqarne û xurek kirîn.    * Înfaza girtiya nexweş Hatîce Çakmak a 30 sal in girtiye û di Girtîgeha Jinan a Alanyayê de ye, bi hinceta cezayên hucreyê yên berê hatibûn birîn, hat şewitandin. Dayika wê Cahîde Çakmak banga hevgirtinê ya ji bo li girtiyên kir.   * Serokê Giştî yê Bîrtek-Senê Mehmet Turkmen diyar kir ku desthilat dixwaze barê krîza aborî deyne ser milê kedkaran û got: "Herêmên pîşesaziyê yên ji bo teşwîq û îstîhdamê hatine avakirin, veguherîne kampên koleyan."   * Tê payîn ku di budçeya Wezareta Dadê de 12 girtîgehên nû dê bên vekirin. Nûnerên ÎHD’ê û ÇHD’ê diyar kirin ku bi girtîgehên nû yên tecrîdê kûrtir bikin re dixwazin civak were hefskirin.    * Girtiyê nexweş Îsmail Tanboga ku 29 roj in li nexweşxaneyê ye, nikare xwarinê bixwe û biçe destşoyê. Bavê Tanboga, Abdullah Tanboga got ku rewşa kurê wî giran e û xwest bê berdan.    * Danişîna doza derbarê Emîne Şenyaşarê de bi îdiaya “heqaretê” hatiye vekirin dê li 6’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rihayê bê lidarxistin. (09.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Hevberdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû têkildarî zextên li ser jinan ên demên dawî dê li Buroya Têkiliyê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya Amedê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan dê li Colemêrgê tev li civîna gel bibe. (11.00-14.00) ZINDΠ   * DÎSK, dê têkildarî mûçeya kêmtirîn li avahiya xwe ya navenda giştî ya li Beşîktaşê dê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Li Rihayê karkerên Ozak Tekstîlê çalakiya xwe ya dest ji kar berdanê di roja 5’emîn de didomînin. (12.00)   * Têkildarî biryara ji peywîrgirtinê ya Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk dê li gelek bajaran daxuyanî bê dayîn. (12.30)   * ÎHD dê li gelek bajaran bi daxwaza “rakirina tecrîdê û bi dawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan” dê li gelek bajaran “Nobeta Aştiyê” bigire. (14.00-18.00)   * Şaxa ÎHD’a Rihayê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (15.00-18.30)