Gund di nava toza komirê de maye: Rayedar xwe li nedîtinê datînin 2023-12-01 09:02:09   ŞIRNEX - Qadên moxilkirin û hûrkirina komirê yên gundê Avgamasiyayê ku 2 sal berê biryara hatibû dayîn bên betalkirin, zirarê didin candarên herêmê û xwezaya wê. Gundiyan bertek nîşan dan ku çima biryara hatiye dayîn nayê pêkanîn û gotin:" Fêkiyên me, heywanên me, bax û baxçeyên me û malên me di bin toza komirê de ne."   Li Kurdistanê qirkirin û tunekirina xwezayê didome. Ji herêmên ku herî zêde rastî polîtîkayên qirkirina xwezayê tên yek jê jî Botan e. Qadên moxilkirin û hûrkirina komirê ku bi qasî 15 sal berê li gundê Avgamasya yê Şirnexê hatin çêkirin, bandoreke neyîni li tendûristiya şêniyên gund û xwezaya gund dike. Li Şirnexê tevî navçeyên wê heta niha 13 ji wan fermî û nêzî 26 jî bi awayekî neqanûnî tên xebitandin. Qadên kanên komirê ku bi awayekî bêtevdîr tên xebitandin gefeke mezin li tendûristiya gundiyan û rez û baxçeyan wan dixwe. Qadên kontrolkirina komirê yên aîdî şîrketên cuda seranserê herêmê dorpêç kirine. Dema ku ji dûr ve tê temaşekirin, toza komirê wekî ewrekî xuya dike.    Piştî bertekên gundiyan Walîtiya Şirnexê du sal berê daxuyandibû ku dê tesîsên komirê ji gund bên rakirin. Her wiha Îdareya Taybet a Bajêr jî 13 mal û milk bi kirê dan şîrketên madenan. Walîtiya Şirnexê jî di vê çarçoveyê de bi xwediyên şîrketan re protokolek îmze kiribû û Şaredariya AKP'î ya Şirnexê jî ji bo qadên nû eraziyekî 30 kîlometre tahsîs kiribû. Lê belê du sal in ne tesîsên komirê hatin veguhastin ne jî mexdûriyeta gundiyan hat çareserkirin.    Şêniyên gundê Avgamasyayê bertek nîşanî vê yekê dan û bang li rayedaran kirin ku berpirsiyariya xwe bi cih bînin.    Ji şeniyên gund Guler Gungenê (57) diyar kir ku bi salan in ew tên ewarekirin û wiha axivî: "Em dikin nakin em nikarin mala xwe paqij bikin. Em paqij dikin lê çend deqîqe şûn de dîsa qirêj dibe. Toza komirê ji me re tiştek nehişt. Em her carê daxwaz dikin ku qadên kanên komiran ji gundê me rakin. Lêbelê ranakin. Em her carê diçin ji walî daxwaz dikin ku rakin lê ranakin. Em ev qas dikarin li dijî komirê têbikoşin. Em guneh in. Nexweşî ji vê komirê û toza wê çêdibe. Dewlet her dibêje em ê rakin lê ranake. Divê êdî dewlet jî bibîne ku ev komir zirarê dide me."   'RAYEDAR DEREWAN DIKIN'   Bahattin Gungen (64) jî bi lêv kir ku rayedarên dewletê tim derewan li wan dikin û got: "Em hatine vî gundî heta niha qadên moxilkirina komirê li vir in. Em her carê ji rayedarên dewletê re jî dibêjin lê me guhdar nakin. Fêkiyên me, heywanên me, bax û baxçeyên me û malên me di bin toza komirê de ne. Heke ku moxilkirina komirê rakin dê pir baş be. Her carê dibêjin ku em êmoxilkirina komirê ya gund rakin lê derewan dikin. Heke ku şêniyê gund ji bo vê meseleyê bimeşiyana û bigotana, 'em hew îdare dikin' dibe ku nêçar bimana û rakirana. Zarokên me nexweş dikevin, heywanên me nikarin biçêrin, kaniyên me bûne komir. Îşkenceyê li vî gelî dikin. Daxwaza me ew e ku van qadên komirê ji vê derê rakin. Dema ku wesayit di vir derbas dibin gund di bin tozê de dimîne. Ma em ne hemwelatiyên vî welatî ne?"   'EM 22 SAL IN EM DI VÊ REWŞÊ DE NE'   Asya Gungen (80) jî bang li rayedaran kir ku biryara ku dayine pêk bînin û ev tişt gotin: "Ev 22 sal in em di nav vê komirê de dijîn. Her sal rayedar dibêjin em ê rakin, lê ranakin. Malên me di bin toza komirê de dimînin. Tu halê me nemaye. Ev komir zirarê dide me, zarokên me û xwezaya me. Ava me jî ji ber ku qirêj dikin em ne dikarin pêdiviyên xwe yên malê pêk bînin ne jî dikarin bi vê avê zeviyên xwe av bidin. Bila bes vê zordestiyê bikin û van qadên komirê ji gundê me rakin."    MA / Zeynep Durgut