Qeyûmê Yenîşehîrê bi 9 milyonan miqarne stendiye! 2023-12-01 09:04:16   AMED - Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê ku ev 5 sal in erzaq nekiriye, beriya hilbijartinê 2 caran, bi giştî bi 9 milyon TL'yî miqarne û xurek kirîn.    Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê, meha borî xurekên ku dihat plankirin ji aliyê Midûriyeta Çand û Karûbarên Civakî ve li marketên civakî bên belavkirin, kirî. Di îhaleyê de ku di 16'ê cotmehê de bi usûla vekirî hat kirin, ji bo kirîna 11 cure xurekan bi tevahî 7 milyon û 679 hezar TL hat dayîn.   28 HEZAR PAKÊT MIQARNE!   Midûriyeta Karên Civakî ya Şaredariya Yenîşehîrê ji bo li marketên civakî bên belavkirin 7 hezar heb rûnê gulberojan, 14 hezar heb şekirê toz (2 kîlo), 14 hezar heb birinca baldo (2,5 kîlo), 14 hezar heb bilxur (2,5 kîlo), 14 hezar heb fasûleyên hişk (2,5 kîlo), 14 hezar heb arvanê genim (2 kîlo), 14 hezar, 7 hezar heb zeytûn (2 kîlo), 28 hezar miqarne (500 xiram), 14 hezar nîsk (2,5 kîlo) û 35 hezar heb xwê (750 xiram)stendin.   GELO EV PAKET JI BER HILBIJARTINÊ HATIN STANDIN?   Di îhaleyê de ku di 26'ê Îlonê de bi rêbaza mbazariyê ya 21/f hat kirin, hat dîtin ku ji bo kirîna 11 cure xurekan milyon û 301 hezar TL hatiye dayîn. Ji ber ku îhaleya heyî bi usûla bazariyê hatiye kirin, nehat dîtin ku bê çi hatiye stendin. Lê hêjayî gotinê ye ku qeyûmê ku 5 sal in tiştên bi vî rengî nestandiye, di meheke dawî de 2 caran xurek stendine.    Her wiha nehat hînkirin ku bê ev xurek ji kê re hatine şandin.    MA / Mujdat Can