Înfaza Hatîce Çakmak a 30 sal in girtî ye hat şewitandin 2023-12-01 09:05:12   AMED - Înfaza girtiya nexweş Hatîce Çakmak a 30 sal in girtiye û di Girtîgeha Jinan a Alanyayê de ye, bi hinceta cezayên hucreyê yên berê hatibûn birîn, hat şewitandin. Dayika wê Cahîde Çakmak banga hevgirtinê ya ji bo li girtiyên kir.   Înfaza Hatîce Çakmak a 30 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Jinan a Alanyayê de tê girtin, bi hinceta 3 cezayên hucreyê hat şewitandin. Çakmak a ku diviyabû di 25'ê adara 2023'yan de bihata berdan, di sala 1993'an de li navçeya Tetwan ya Bedlîsê bi birîndarî hat binçavkirin û paşê hat girtin. Piştî girtinê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xerakirina yekitî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê birî.    Çakmak ku di dema girtinê de li girtîgehên Amed, Sêrt, Mêrdîn, Elîh, Sêwas û Îzmîrê maye, di vê heyamê de li gel emeliyata hemoriîdê ji lingên xwe jî 2 caran emeliyat bûye. Çakmak a ku niha ji ber kîsta di malzaroka xwe de tê dermankirin, diviyabû di 25'ê adarê de bihata berdan lê înfaza wê ji ber cezayên hucreyê yên berê lê hatibûn birîn, hat şewitandin. Li gor vê yekê Çakmak dê 6 salên din jî di girtîgehê de bimîne.   SALÊ CAREKÊ DIÇE GIRTÎGEHÊ CEM KEÇA XWE   Dayik Cahîde Çakmak ku bertek nîşanî şewitandina înfaza keça xwe da, got: “Keça min di girtîgehê de rastî îşkenceyên giran hat. Ji bilî kîsta di malzaroka wê de, gelek nexweşiyên jinan pê re hene. Tevî ku înfaza xwe temam kiriye jî, lê ji ber cezayên hucreyê înfaza wê bi temamî hat şewitandin. Dema li girtîgehên Amed û Sêrtê bû, ez her hefte diçûm cem wê. Ger li cihekî nêzîk bûya, ez ê dîsa biçûma cem wê. Lê belê ji ber ku ew sirgûnî Şakranê û piştre jî sirgûnê Alanyayê kirin. Ez niha tenê dikarim salê carekê biçim cem wê."    Çakmak anî ziman ku ji ber nexweşiyên xwe ev sal û nîvek e nikare biçe girtîgehê cem keça xwe û wiha got: “Fitiqa min heye. Ez bi saya gopal radibim ser xwe û bimeşim. Lewma nikarim biçim bajarên dûr."    ’30 SALÊN DIN JÎ BIMÎNE DÊ POŞMAN NEBE'   Çakmak ku got “Keça min ji ber kurd e nayê berdan" wiha axivî: “Ji zarokên me re dibêjin ‘wekî me bin.’ Zarokên me dê tu carî nebin wekî wan. 30 salên din jî di girtîgehê de bimînin, dê poşman nabin. Ji ber ku tiştekî jê poşman bibin nekirine. Kesên ku jinan qetil dikin, fuhûşê dikin, tiryakê difiroşin û diziyê dikin serbest tên berdan, girtiyên me yên ku 30 sal cezayê wan bi dawî bûye nayên berdan. Gelek girtiyên rewşa wan wekî ya keça min hene. Ger ev ne zilm û heqaret be, îja çi ye? Girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayên wan qediyaye berdin."   BANGA HEVGIRTINÊ   Çakmakê anî ziman ku ew aştî û edaletê dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çi karê wan li Rojava û Başûrê heye? Zarokên me her roj tên kuştin. Ev dê heta kengî wiha be? Êdî bes e. Pirsgirêk bi şer çareser nabin. Divê hemû partî û dezgehên siyasî li dora girtiyan bibin yek. Ev dem, ne ew dem e ku mirov li malê rûnê. Divê em xwedî li wan derkevin."