Girtiyê nexweş Tanboga 29 roj in li nexweşxaneyê tê ragirtin: Rewşa wî giran e 2023-12-01 09:22:34   ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Îsmail Tanboga ku 29 roj in li nexweşxaneyê ye, nikare xwarinê bixwe û biçe destşoyê. Bavê Tanboga, Abdullah Tanboga got ku rewşa kurê wî giran e û xwest bê berdan.     Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga di sala 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di dema qedexeya derketina derve de hate girtin. Di dozê de 4 caran cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Demek piştî girtinê Tanboga nexweş bû. Ji ewil teşhîsa penceşêra mîdeyê hate kirin. Di testên piştre hatine kirin de hat gotin ku di mîdeya wî de ulser û gastrîta giran hene.    Nexweşiya Tanboga heta niha jî nehatiye teşhîskirin. Tanboga ku bi gelek nexweşiyên wekî kêmxwîniya zêde, birînên dev, qirik û piştê, nexweşiya gurçikan, ketina diranan û vereşîna dijwar heye, ev sê sal in bi xwarina pitikan dijî. Tanboga li Girtîgeha Tîpa T a Amedê tê girtin û piştî ku rewşa wî giran bû, rakirin nexweşxaneya Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê. Tanboga ev 29 roj in li nexweşxaneyê tê tedawîkirin û hat zanîn ku rewşa wî roj bi roj girantir dibe.    REWŞA WÎ GIRAN E    Bavê Tanboga, Abdullah Tanboga di 26’ê mijdarê de ji bo ku kurê xwe bibîne bi bijîşk re hevdîtin kir. Bavê Tanboga, diyar kir ku rewşa kurê wî giran e û ev agahî da: "Bijîşk ji me re got ku di rêya îdrara wî de tengbûyîn heye. Nikare biçe daşirê. Li ser pişikên wî jî kîtle heye. Her wiha demarên serê wî xitimîne. Gelek zeîf bûye ketiye 35 kîloyan. Di van 29 rojan de yek kîlo jî negirtiye. Di kîlogirtinê de zehmetiyê dikşîne û xwarina ku dixwe jî vereşîne. Bijîşk dibêjin ku hêj nekarîne nexweşiya wî teşhîs bikin. Dibêjin du sedemên vê hene; ya ji cîhazan e yan jî nexweşiyeke wisa ye ku di milyonan di yekkesî de tê dîtin."   'NIKARE DESTŞOKÊ'   Bi domdarî Tanboga da zanîn ku bijîşkan jê re gotiye dibe ku verişîna wî mijareke psîkolojîk be û axaftina xwe wiha qedand: "Ji ber vê sedemê sewqî psîkiyatrîst hate kirin. Lê vê beşê jî teşhîseke derûnî nekir. Bijîşk ji bo teşhîskirina nexweşiya wî pêşniyar dikin ku sewqî Enqere yan jî Stenbolê bê kirin. Bijîşk dibêjin bi qasî ku rewşa wî wiha be ew ê nekarin bişînin girtîgehê. Şandeya nexweşxaneyê dê dîsa kom bibe û biryarek bide. Nikare biçe destşokê. Ji ber ku di cihè îdrara wî de têngbuyîn heye. Heta heftiyeke din dê emeliyat bibe. Niha di bin çavdêriya bijîşkan de ye. Em dixwazin were berdan û tedawiya pêwîst were kirin."   MA / Zeynep Durgut