Teqwîma hilbijartinên rêveberiyên herêmî hate weşandin 2023-12-01 09:46:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Teqwîma hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adarê de bên lidarxistin di Rojnameya Fermî de hate weşandin.    Li gorî biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin; 1’ê çileya 2024’an weke roja destpêkirina teqwîma Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Herêmî ku dê di 31’ê adara 2024’an de bê lidarxistin hat diyarkirin.    Li gorî teqwîmê; partiyên siyasî yên ku dê tev li hilbijartinê bibin dê di 2’yê çileyê de bên ragihandin û cihên wan ên di pisûlaya dengan de jî di 27’ê çileyê de ji hêla YSK’ê ve bi rêbaza peşkê bê diyarkirin.    Divê partiyên siyasî serlêdanên lîsteyên namzetên şaredariyên bajar û navçeyan, namzetiya meclisên şaredariyê û endamên meclisa giştî ya bajaran heta roja 20’ê sibatê saet 17.00’an teslîm bikin.    Propaganda û qedexeyên hilbijartinê dê di 21’ê adarê de dest pê bikin û di 30’ê adarê saet di 18.00’an de bi dawî bibin.    Dawiya qedexeyên hilbijartinê weke 31’ê adarê saet 23.59 hate diyarkirin.