Leşkeran barîkat danîn ber karkerên li ber xwe didin 2023-12-01 12:38:24   RIHA - Berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê yên dest ji kar berdane didome. Leşkerên ku barîkat danîn ketina kolana ku kargeha karker lê li ber xwe didin lê ye, karker asteng kirin ku bên ber kargehê.    Karkarên Ozak Tekstîlê yên di 1’emîn Herêma Senayiya Organîzeyê (OSB) de dixebitin, çalakiya xwe ya dest ji kar berdanê, bi daxwaza vegerîna ser kar ên hevalên xwe yên ji ber zext û gefan ji kar hatine dûrxistin, di roja 5’êmîn de didomînin. Karkerên ku tevî biryara qedexeya walîtiyê hatin ber kargehê, di ketina kolana ku kargeh lê ye rastî barikata leşkeran hatin. Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Çerm û Dirûnê yên Tekstîla Yekgirtî (Bîrtek-Sen) Mehmet Turkmen, Parlementera Partiya Kedê (EMEK) ya Dîlokê Sevda Karaca, parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ferît Şenyaşar piştgirî da karkerên di çalakiyê de.    Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê Mehmet Turkmen ji leşkerên barîkat danîn kolanê re wiha got: “Herkesê li vir di bin fermana patronê Ozakê de ye? Kesekî axaftineke hiqûqî bike nîne? Bila rayedarek ji me re aşkere bike ku niha çima em li vir disekinin. Kesekî ku axaftinekê bike nîne? Hûn hemû jî dizanin ne wisa? Li dijî evqas karkerên mafên xwe digerin hûn li cem patronê Ozakê disekinin.   HÛN DIBIN HEVKARÊ SÛC   Hûn dibêjin qey ev dewran dê wiha bizivire ne wisa? Dê qet hesaba vê bêhiqûqiyê nayê pirsîn. Lê dê wisa nebe. Dê ew patron jî kesên bûne hevkarê vê bêhiqûqiyê jî dê hesabê bidin. Herkesên li vir dibin hevkarê patronê ku destûra bingehîn binpêkiriye.”   Bendemayîna sedan karkeran a li ber barîkata leşkeran berdewam dike.