ATK’ê ji bo Ozer a 81 salî û nexweş got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ 2023-12-01 13:03:33   WAN - Ji ber kalbûn û nexweşiyên girêdayî kalbûnê, cezayê Makbûla Ozer salekê hatibû taloqkirin. Ozer, dê ji ber rapora ATK’ê ya “dikare di girtîgehê de bimîne” careke din bikeve girtîgehê.    Makbûle Ozer a 81 salî ku li navçeya Artemêtan a Wanê dijiya, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Piştî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya “Nikare di girtîgehê de bimîne”, cezayê Ozer salekê hatibû taloqkirin. ATK’ê salek piştre dîsa rapor amade kir û got; “Dikare di girtîgehê de bimîne.” Ji ber vê raporê dibe ku Ozer dîsa bê girtin.    ATK a ku bi taybet jî ji ber raporên derheqê girtiyên nexweş de rastî bertekên tund tê, salak piştre derheqê Ozer de rapor amade kir û kitekitên raporê nêzikatiya ATK’ê radixe ber çavan.    PAR RAPORA ‘NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE’ DABÛ    3’yemîn Lijneya Îhtîsasê ya ATK’ê ku beriya niha rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” dabû, salek piştre tevî ku temen û nexweşiyên Ozer zêde bûne jî rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” da. Di rapora ewil a di 5’ê îlona 2022’yan de ATK’ê ji bo Makbûle Ozer gotibû ku ji ber senîlîteyê û nexweşiyên kronîk, nikare di girtîgehê de bi tena serê xwe bijî.    HEMAN LIJNEYÊ ÎCAR RAPORA ‘DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE’ DA    Di rapora 11’ê mijdarê de jî hat gotin ku “Ozer dikare di girtîgehê de bimîne” û dê piştî 3 mehan muayeneya wê were kirin û rewşa wê dîsa were nirxandin. Di bin rapora dawî ya derheqê Ozer de îmzeya 5 endamên 3’yemîn Lijneya Îhtîsasê ya ATK’ê yên rapora ewil îmze kiribûn hene.    Tevî ku temen û nexweşiyên Ozer zêde bûne jî ATK’ê biryareke wiha da û vê jî rê li ber gumanan vekir.