Îsraîl ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir 2023-12-02 10:33:07   NAVENDA NÛÇEYAN – Hat destnîşankirin ku balefirên şer ên Îsraîlê, li nêzîkî paytexta Sûriyeyê Şamê, êrişeke hewayî li dar xistin.      Agirbesta li Xezayê bi dawî bû û li dijî Sûriyeyê êrişên hewayî yên Îsraîlê jî dest pê kirin. Hat destnîşankirin ku li dora Şama Paytexta Sûriyeyê, Îsraîl bi balefirên şer, êrişeke hewayî li dar xist.    Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê derbarê êrişê de daxuyanî da û got: “Parastina hewayî, bersiv da êrişa Îsraîlê ya ji girên golanê hatiye kirin û piraniya fuzeyên hatine avêtin, hatin xistin.”    Wezaret diyar kir ku di êrişê de hin cihên li dora Şamê jî, hatin hedefgirtin.