HEDEP’ê ji bo kongreya Mêrdînê banga tevlibûnê kir 2023-12-02 13:55:49   MÊRDÎN - HEDEP’a Mêrdînê destnîşan kir ku wan amadehiyên 3’yemîn Kongreya xwe ya Awarte temam kirine û ji bo kongreya sibê were lidarxistin banga tevlibûnê ji gel kir.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mêrdînê amadehiyên 3’yemîn Kongreya xwe ya Awarte, temam kirin. Kongre dê sibê li Eywanan Konferansê ya Otela Yay Grandê, were lidarxisitn. Tê payîn ku tevî parlamenterên bajêr dê siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî tev li kongreye bibin. Herwiha gelek endamên saziyên sivîl, nûnerên ol û nasnameyên cuda, nêzî 400 kes ji bo kongreye hatin vexwendin.    Berdevka komîsyona kongreye Sureyya Dundar, li avahiya rêxistina HEDEP’a Mêrdînê daxuyanî xwend û diyar kir ku ew ê bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê ji nû ve” kongreya xwe li dar bixin. Sureyya bi bîr xist ku rêxistina bajêr û navçeyan, ji bo kongre were lidarxistin malbat, esnafan ziyaret kirin, civînên gel li dar xistin. Sureyya da zanîn ku ji van hevdîtin û civînan nêzî 400 nav ji bo kongreyê hatine pêşniyarkirin û nêzî 300 nav jî wek erênî li wan vegeriyane û got: “Em li bendê ne ku kongre bi tevlîbûneke xurt veguhere şahiyeke gel. Di vê çarçôveyê de em hemû gelê xwe vedixwînin kongreya xwe.”