Cenazeyê Ozbey a li herêma Marûnisê jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin 2023-12-02 14:26:42   SÊRT - Cenazeyê endama YJA-Star'ê Guler Ozbey a di pevçûna li herêma Marûnisê derketibû de jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin.    Cenazeye Endama YJA-Starê Guler Ozbey (Nupelda Sêrt) a di pevçûnên 14 û 15’ê îlona 2018’an li herêma Katoyê Marûnis a navçeya Elkê ya Şirnexê derketibû de, bi 4 hevalên xwe ve jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Lodê yê navçeya Dihê ya Sêrtê hate veşartin.     Dema ku Ozbey jiyana xwe ji dest da, ji malbatê re agahî hat şandin û malbat jî mînakên DNA’yê dan. Cenazeyê Ozbeyê bêyî ku malbat were agahdarkirin, li Colemêrgê hate veşartin. Di 29’ê mijdarê de Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê, malbata Ozbey geriya û destnîşan kir ku cenazeyê Ozbeyê di Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê de ye. Malbat duh çû Stenbolê û ATK’ê cenazeye Ozbeyê di nava nîv torbeyê cenazeyan de teslîmî malbatê kir.     Cenazeyê Ozbeyê ji hêla malbatê ve li gundê Lodê yê Dihê hate veşartin.