Banga ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû, Gok û Yilmaz: Em ê rojnamegeriyê biparêzin 2023-12-03 09:07:03   AMED - Danişîna edîtorên MA'yê Dîcle Mûftûoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz ku zêdeyî 7 meh in girtî ne, dê di rojên pêş de li pey hev bên lidarxistin. Endama Desteya Rêveber a MKG'ê Arjîn Dîlek Oncel û Sekretera DFG'ê Gulşen Koçûk ji bo parastina rojnamegeriyê bang li hemû hevpîşeyên xwe kirin.   Edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Mûftûoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê zêdeyî 7 meh in girtî ne. Der barê Abdurrahman Gok ê ku di çarçoveya lêpirsîna Amedê de di 25'ê Nîsanê de hat girtin û li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Amedê tê girtin, bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Gok ku dê di 5'ê Kanûnê de cara duyemîn derkeve pêşberî dadger, danişîna wî dê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê bê lidarxistin.   Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû bi "endamtiya rêxistinê" û "avakirin û birêvebirina rêxistinê" tê sûcdarkirin. Danişîna ewil a Mûftûoglûyê dê di 7'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê bê lidarxistin.   Yekemîn danişîna Sedat Yilmaz ê ku bi heman îdiayan tê sûcdarkirin jî dê di 14'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê bê lidarxistin.   DFG, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK Basîn-Îş, ji bo piştgiriyê bidin rojnamegeran dê di 4'ê Kanûnê de li Amed, Enqere û Stenbolê daxuyaniyan bidin.   Endama Desteya Rêveber a MKG'ê Arjîn Dîlek Oncel û Sekretera DFG'ê Gulşen Koçûk banga xurtkirina hevgirtinê ya ji bo rojnamegerên girtî kirin.    ‘ROJNAMEGERÎ HAT DARIZANDIN'   Endama Desteya Rêveber a MKG'ê Arjîn Dîlek Oncel    Arjîn Dîlek Oncelê bal kişand ser wê yekê ku ji bo dîtina demokrasiya welatekî pêwîst e mirov li rojnamevanên girtî yên li wî welatî mêze bike û got ku Tirkiye di vî warî de xwediyê ezmûneke qels e. Oncelê bi bîr xist ku di nava 2 salên dawî de nêzî 30 rojnamegerên çapemeniya azad hatine girtin û got ku di dozên hatine vekirin de ji rojnamegeran nûçeyên wan hatine pirsîn û pirsên wekî “Çima we li ser bajarên dorpêçkirî û wêrankirî nivîsî? We çima kuştina jinan nivîsî?" ji wan hatine kirin û nûçeyên wan wekî sûc hatine hesibandin.     Oncel, diyar kir ku rojnamevanên kurd bi taybetî ji ber ku li bajarên Kurdistanê binpêkirina mafan radigihînin di hedefa desthilatê de ne û wiha got: "Gotinek heye: 'Di şeran de pêşî rastî dimire.' A rast, desthilatdareke heye, deshilatdariya AKP-MHP’ê ku naxwaze ev rastî bên bihîstin."    BÊDENGIYA ÇAPEMENIYA TIRK   Oncel, da zanîn ku rojnamevanên kurd ên ku di bin zextê de ne, dema ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê tînin ziman, peyama 'dê ev zext bandorê li we jî bike' didin kesên ku li hemberî van êrişan bêdeng dimînin' û got ku di demên dawî de rojnamegerên muxalif ên tirk jî bûne hedef ev yek e. Oncelê girtina Gerînendeyê Giştî yê Tele1 Merdan Yanardag ku ji ber rexne anîn ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat girti, bibîr xist û got: “Helbet ev encama zextan e. Heta ku em dengê xwe nekin dê ev zext li civakê belav bibin. Mixabin rojnamevanên din ên muxalif jî dê ji vê yekê zirarê bibînin."    Oncel, diyar kir ku di salên 1990’î de rojnameger û belavkarên kurd hatine qetilkirin û ev rewş îro jî bi zext û girtinan didome û wiha dewam kir: “Em wekî xebatkarên Çapemeniya Azad ji kevneşopiyeke ku rojnameyên wê hatin bombekirin tên. Di wan salan de gelek hevalên me bi mirinê re rû bi rû man û gelek jî hatin qetilkirin. 30 sal derbas bûn, lê em hê jî rojnamegerî û Çapemeniya Azad diparêzin. Bi kurtî rojnameger paşve gav navêjin.”   ‘EM Ê HEVALÊN XWE BIPARÊZIN'   Oncel, anî ziman ku Mûftûoglû, Gok û Yilmaz ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê dîl hatine girtin û xwest hevalên wan demildest bên berdan. Oncel diyar kir ku rojnamegerên girtî dê di danişînê de parastina rojnamegeriyê bikin û destnîşan kir ku divê hemû sazî û rêxistinên çapemeniyê jî beşdarî danişînê bibin û hem rojnamegerên girtî hem jî rojnamegeriyê biparêzin. Oncel banga ji bo beşdariya li daxuyaniya DFG, MGP û DÎSK Basîn-Îşê kir ku dê di 4'ê Kanûnê de bê dayîn.    Sekretera DFG'ê Gulşen Koçûk    Sekretera DFG'ê Gulşen Koçûk jî diyar kir ku dewlet bi zextên li ser rojnamegerên kurd dixwaze civakê bitirsîne. Koçûk, bibîr xist ku Mûftûoglû û Yilmaz di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatine binçavkirin û got ku ev tiştekî "îronîk" e.    Koçûk, bal kişand ser hevkariya daraz-desthilatê û got ku tu biryar ji ne li derî desthilatê ne. Koçûkê anî ziman ku xebatkarên Çapemeniya Azad ên polîtîkayên desthilatê eşkere kirin hedef tên girtin û got: “Bi îdianameyên vala hevalên me girtin. Ji ber nûçeyên ku dê tu carî nebin sedema girtinê hatin girtin. Bi rastî jî hevalên me ev qas roj ji ber vê girtî ne."    Koçûk, da zanîn ku nerabûna li ber zextan dibe sedeam berbelav bûna wan û got ku hikûmet hêza xwe ji bêdengiyê digire. Koçûkê, destnîşan kir ku ji bo parastina rojnamegeriyê divê bê şert û şirût li cem hev bin.    ‘BÛN RONÎ JI GIRTÎGEHAN RE'   Koçûk ku got "Armanca desthilatê bêdengkirin û tunekirina çapemenî û rojnamegeriya azad bû" anî ziman ku lê desthilat negihîtiye armanca xwe û wiha got: “Armanc ew bû ku li derve tu kes nehêlin ku nikaribin binivîsin. Lê hejmara kesên li derve zêde bû û hevalên me yên hatin girtin li girtîgehan bû ronî û rastiya wir jî ragihandin derve."    BANGAWAZÎ   Koçûk, ji bo daxuyaniya ku dê di 4'ê kanûnê de li Amed, Enqere û Stenbolê bi awayekî hevwext bê dayîn bang kir û got ku ew her kesî vedixwînin vê daxuyaniya ku dê beriya danişîna rojnamgerên girtî bê dayîn.    MA/ Rûkiye Adiguzel