Tîryakî: Dê li 200 navendan pêşhilbijartin bên kirin 2023-12-03 10:28:11   ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HEDEP’ê Berpirsyar Ruştu Tîryakî got ku ji bo diyarkirina hevşaredar û namzetên meclisê dê li Kurdistanê nêzî 200 navendan pêşhilbijartinê bikin û ev tişt anî ziman: “Li bajarên rojava jî em ê bi tifaqaka dide qezenckirin derkevin pêşberî gel.”    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) piştî hilbijartinên gulanê, li Kurdistan û Tirkiyeyê bi gel re civîn li dar xist. HEDEP’ê, di çarçoveya pêşniyarên gel de xeta xwe ya polîtîk diyar kir û bi vê nexşerêyê dikeve hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adara 2024’an de bên lidarxistin. HEDEP, di çarçoveya daxwaza gel de ji bo diyarkirina namzetan dê pêşhilbijartinan li dar bixe. Bi van hilbijartinên weke “Lihevkirina bajar” tên pênasekirin re dê hem li bajarên mezin hem jî bajar û navçeyan hevşaredar bi dengên gel bên diyarkirin.    Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HEDEP’ê Berpirsyar Ruştu Tîryakî têkildarî xeta polîtîk a ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî hatiye diyarkirin axivî.    DÊ LI 200 NAVENDAN PÊŞHILBIJARTIN BÊN KIRIN    Tîryakî, da zanîn ku di hilbijartinên berê de jî modêla pêşhilbijartinê ceribandibûn û di vê mijarê de xwedî tecrûbe ne. Tîryakî, wiha domand: “Lê modêla ‘Lihevkirina Bajar’ li gorî cerebeyên berê berfirehtir e. Îcar dê derdorên berfirehtir tev li bibin û namzet bên diyarkirin. Îdiaya ame ew e ku li deverên em partiya yekemîn û duyemîn bi rêya pêşhilbijartinê namzetên xwe diyar bikin. Li Kurdistanê dê li nêzî 200 deveran ev rêbaz bê bikaranîn.”    DÊ ENDAMÊN MECLISA ŞAREDARIYÊ JÎ GEL DIYAR BIKE    Bi domdarî Tîryakî diyar kir ku dê tevahiya namzetan bi rêya pêşhilbijartinê bên hilbijartin û ev tişt anî ziman: “Li vî welatî dê cara ewil tiştekî wiha bê kirin. Ne tenê hevşaredar, dê ji sê parên endamên meclisa şaredariyê û endamên meclisa giştî ya bajar du par jî di van pêşhilbijartinan de bên diyarkirin. Gelê me kê bixwaze dê wê/wî diyar bike. Dê ji bo hevşaredarên bajarên mezin li navçeyan dengê xwe bidin. Ne tenê bajarên mezin ên Amed, Wan an jî Mêrdînê, dê li navçeyan jî gel xwedî mafê diyarkirina namzetan be.”    DÊ NÛNERTIYA WEKHEV ESAS BÊ GIRTIN   Di berdewamê de Tîryakî got ku heke namzet ji sedî 50’ê dengan newergirin dê ji bo du namzetên herî zêde deng wergirtin tûra duyemîn a pêşhilbijartinê bê lidarxistin û wiha pê de çû: “Di tûra duyemîn de yê/ya herî zêde dengan distîne dê bibe namzet. Di pisûlaya dengan a pêşhilbijartinê de dê li rexekî namzetên jin li rexekê jî namzetê zilam hebe. Ne tenê ji bo hevşaredartiyê, di qadên din de jî dê modêla me ya nûnertiya wekhev esas were girtin.”    DÊ PÊKHATE JÎ TEV LI PÊŞHILBIJARTINAN BIBIN    Tîryakî, destnîşan kir ku heta niha pir kêm partiyan pêşhilbijartin kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî qanûna hejmar 298 di pêşhilbijartinan de tenê endamên partiyê namzetan diyar dikin. Her wiha li gorî qanûnê ji bilî endamên partiyê tu kes nikare dengan bide. Lê em dixwazin tevahiya pêkhateyên me dengê xwe bidin. Dê pêkhateyên me yên HEDEP, HDP, DBP, ESP, Partiya Şoreşger, SODAP, SYKP û hwd. jî bikarin dengê xwe bidin. Em dixwazin li gel meclisên ciwan û jinan, Dayikên Aştiyê, rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên civaka sivîl jî dengê xwe bidin. Em ê ji van pêkhateyan delegasyonekê ava bikin.”    ‘DÊ VEGUHERE ŞAHIYA DEMOKRASIYÊ’   Tîryakî, daxuyand ku ew pê girîngiyê didin ku tevlibûna pêşhilbijartinan zêde be û ev nirxandin kir: “Xebatên me berdewam in ku mişahid, endamên lijneya sindoqan, berpirsyarên dibistanan an jî kesên di rêxistinên bajar û navçeyan an jî navenda giştî ya partiya me mîrasa wan dewr girtî de cih girtin dengê xwe bidin. Bi qasî ji destê me tê em hewl didin gelek kes tev li bibin. Em dixwazin her kesê ji bo vê partiyê ked dane bibêjin ‘bi dengê me hate diyarkirin.’ Dê bi pêşhilbijartinê veguhere şahiya demokrasiyê.”    ‘DÊ GUMANÊN HEYÎ JI HOLÊ RABIN’   Tîryakî, wiha dirêjî da axaftina xwe:  “Biryara me ya pêşhilbijartinê di nava gel de rê li ber kelecanekê vekir. Me bi hevalên xwe yên di rêveberiyan de cih digirin re civîn li dar xistin û ji wan re ev modêl vegot. Vê yekê her kes bi kelecan kir. Bi rastî jî hêj beşeke gelê me û hevalên me ji vê nebawer in. Dibêjin qey em nikarin vê pêk bînin. Bêguman bandora pratîkên berê jî heye. Me ev yek baş ji gelê xwe re venegotiye û ev yek berpirsyartiya me ye. Dikarim bibêjim ku em ê pratîkeke wisa raber bikin ku ev guman ji holê rabin.”   ‘TIFAQA DIDE QEZENCKIRIN’   Têkildarî tifaqan jî Tîryakî ev tişt anî ziman: “Li Kurdistanê em ê bi namzetên gel diyar kirin bikevin hilbijartinê. Lê li Tirkiyeyê hêj serlêdanên bernamzetan nehatine destpêkirin. Deriyên me ji bo tifaqan vekirî ye. Lê tifaqa me ya vê carê dê cuda be. Li gorî lêkolînên me li dijî tifaqan nîne lê ji bo şêweyê tifaqan rexneyên wan hene. Dixwazin tifaqeke eşkere be û bi me bide qezenckirin. Gel wisa dibêje. Piştrast bin ku dê tifaq li gorî daxwaza wan be. Di çarçoveya tifaqan de hevdîtinên me yên bi derdorên çep û sosyalîst re didomin lê hêj encamek jê derneketiye. Ji bo CHP û partiyên din hewldaneke me ya wiha çênebûye.”    POLÎTÎKAYA QEYÛM   Tîryakî, axaftina xwe wiha qedand: “Sepana qeyûman di nava gel de şikestinek çêkiriye. Wisa xuya dike ku bêyî hilbijartinê qezenckirina şaredariyê bi xweşiya AKP’ê çû ye. Lewma qeyûman tayîn dike. Lê heta niha tu caran ev rêbaz nehatiye destekkirin. Îktîdara siyasî jî bi vê dizane. Muxalefet û beşeke mezin a hilbijêrên AKP’ê jî vê sepanê rast nabîne. Dikarim bibêjim ku AKP dê ji bo tayînkirina qeyûman ewqas rehet nebe. Ji ber ku di nava kurdan de rê li ber şikestineke hestiyarî vedike.”    MA / Mehmet Aslan