Hejmara 3’yan a Bûltena Tecrîdê derket 2023-12-03 12:25:48   STENBOL - Hejmara 3’yemîn a Bûltena Tecrîdê ku OHD têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan amade dike hate weşandin.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji bo raya giştî ji polîtîka û sepanên wê yên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş tên ferzkirin agahdar bikin, dest bi weşandina “Bultena Tecrîdê” kiribû. Hejmara sêyemîn a bultenê hate weşandin.   QEDEXEYA NÛ YA HEVDÎTINÊ    Di bûltenê de şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê hatin vegotin û hat destnîşankirin ku Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din di rejîma rejîma înfazê ya girankirî û mercên awarte yên tecrîdê tên ragirtin. Bi domdarî hat gotin ku rewşa agahînegirtina ji Girtîgeha Îmraliyê didome û hat destnîşankirin ku di 31’ê cotmeha 2023’yan de cezayeke nû ya qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn. Di bûltenê de wiha hat gotin: “Parêzeran naveroka qedexeyê û mînaka dosyayê xwestin lê ev daxwaz bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatin redkirin. Cezayên disiplînê û biryarên qedexeyê yên bi awayeke sîstematîk tên dayîn, têkiliya Girtîgeha Girava Îmraliyê bi temamî ji cîhana derve qut dike.”    ‘ÎNCOMMUNÎCODO’   Di bûltenê de hat bibîrxistin ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di rapora xwe ya 5’ê tebaxa 2020’an de rewşa agahînegirtinê weke “incommunicodo” pênase kiriye û ev rewş nayê qebûlkirin. Di bûltenê de hat gotin ku têgeha "incommunicodo” tê wê wateyê ku girtî bi tu awayî nikare ji cîhana derve re agahî bigire û tu peywendiyan pê re nadane.    RAPORA CPT’YÊ   Her wiha di bûltenê de rapora giştî ya CPT’yê ku di adara 2023’yan de hate weşandin jî hat bibîrxistin û wiha hat gotin: “CPT’yê têkildarî serdana xwe ya Girtîgeha Girava Îmraliyê ya di sala 2022’yan de daxuyanî neda lê bal kişand ser fealiyetên hevpar ên çar girtiyan ên li Girtîgeha Îmraliyê û peywendiyên wan ên derve re. Li gorî xala 10/2. A Peymana Têkildarî Pêşîlêgirtina Îşkenceyê; heke dewletek hevkariyê neke an jî li şîretên komîteyê guhdarî neke, komîte dikare têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide raya giştî. Tevî raporên CPT’yê jî di mercên Girtîgeha Îmraliyê de tu guhertin çênebûn. Bi vê yekê re divê Xala 10/2. a Peymanê tavilê bikeve meriyetê.”    GREVÊ BIRÇÎBÛNÊ   Bi domdarî di bûltenê de qala greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Azadiya Abdullah Ocalan” dane destpêkirin hate kirin û ev tişt hatin parvekirin: “Girtiyên siyasî di navbera 27’ê Mijdara 2023’yan û 15’ê Sibata 2024’an de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Ji bo parastina mafê jiyanê yê girtiyên ketine greva birçîbûnê û bicihanîna daxwazên wan, hewceye Wezareta Dadê û saziyên têkildarî gavên pêwîst biavêjin.”    BAROYA AMEDÊ SERLÊDAN KIR   Di bûltenê de hat destnîşankirin ku Baroya Amedê ji bo çavdêrî û tespîtên li Girava Îmraliyê û bicihanîna mafê hevdîtina girtiyan a bi parêzer û malbatan re, di 20’ê mijdarê de serî li Wezareta Dadê daye.    Hat ragihandin ku dê bûlten her 15 rojan carekê were weşandin.