Hatîmogûllari: Divê kotaya îstîhdamê ya ji bo astgengdaran ji sedî 10 be 2023-12-03 13:16:38   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê divê kotaya îstîhdamê ya astengdaran ji sedî 10 be.    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari bi boneya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî da. Hatîmogûllari diyar kir ku HEDEP bêyî ku ferq û cudahiyê têxe navberê, mafê jiyanê yê adilane û birûmet ji bo tevahiya mirovan diparêze.   Hatîmogûllari, destnîşan kir ku bi milyonan astengdarên li Tirkiyeyê nikarin mafên xwe yên bingehîn bijîn û wiha got: “Bi rêya Komîsyona Astengdaran, em di mijara astengdariyê xebatên girîng dikin. Di vê mijarê de me “Manîfestoya Astengdartiyê” weşand. Weke her kesî, astengdar jî dixwazin bibin kirdeya jiyaneke birûmet. Zimanê cihêkar ê hegemonîk ê li dijî girtiyan li her derê ye. Mixabin hem îktîdar hem jî beşeke mezin a rêxistinên civaka sivîl tenê ji hêla tenduristî û tibbî ve nêzî astengdariyê dibin. Lê em dibêjin ku astegdariya herî mezin ji ber nêzikatiyên sosyo-polîtîk derdikevin holê. Em dibêjin ku ev pirsgirêk tenê dikare bi vê rêyê bê çareserkirin.    ‘MIJAREKE POLÎTÎK E’   Hatîmogûllari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mijara astengdartiyê mijareke polîtîk e. Divê mafên astengdaran di çarçoveya hemû mafên mirovan de bên parastin. Tundiya li dijî astengdaran, xizanî û bêparhiştina wan a ji xizmetên cemaweriyê, encama tercîha polîtîk a AKP-MHP’ê ye. Ji bo xizmetên cemaweriyê yên ji bo astengdaran bên pêşxistin û cihêkarî bê kêmkirin, hewcehî bi polîtîkayeke cemaweriyê ya berfireh heye. Lê di bûdçeyê de para ji bo astengdaran hatiye veqetandin ji sedî 2 jî nîne. Rêjeya îstîhdamê ya astengdaran pir kêm e. Kotaya qanûnî ya ji sedî 3 jî nayê tijekirin. Li gorî me divê kotaya îstîhdamê ya astengdaran ji sedî 10 be. Mezintirîn pirsgirêkên astengdaran, xwegihandinan xizmetan, xizanî û krîza aborî ne. Bi milyonan astengdar ji ber van pirsgirêkan di hefsa malê de ne.”    MAFÊ NÛNERTIYÊ   Herî dawî jî Hatîmogûllari wiha got: “Divê herî kêm bi qasî kêmtirîn mûçeyê bidin astengdaran. Di halê hazir de pereyê jê re tê dayîn bi têrî pêdiviyên tibbî û medîkal jî nake. Yek ji pirsgirêkên din a girîn a astengdaran jî nûnertî ye. Di qadên medya, aborî, huner û siyasetê de tune ne. Divê di van qadan de ji wan re qadên nûnertiyê bên vekirin. Her wiha divê di nava siyaseta giştî de nûnerên wan hebin. Ji bo mafên astengdaran, di têkoşîna mafan de werin em sala nû weke sala hestiyariya ji bo mafên astengdaran ragihînin.”