Rapora girtiyên nexweş: Rewşa wan giran dibe 2023-12-03 14:39:50   RIHA - Di rapora girtiyên nexweş a OHD, ÎHD û Baroya Rihayê de hat gotin ku rewşa girtiyan roj bi roj girantir dibe.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de têkildarî rewşa girtiyên nexweş raporek amade kir û eşkere kir. Rapor, li avahiya Baroya Rihayê bi daxuyaniyê hate parvekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Parêzerê Serokê Navenda Mafên Mirovan a Ahmet Taş a Baroya Rihayê Ahmet Taş diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe û wiha got: “Divê girtiyên tehliyeya wan bi awayeke derhiqûqî tên astengkirin tavilê bên berdan. Tehliyeyên Şervan Muhammed, Enver Kanmaz û Hasan Kiliç hatin taloqkirin. Hem mafê ewlehiya azadiya kes hem jî mafê hêviyê yê girtiyan hatiye binpêkirin.”   64 GIRTIYÊN REWŞA WAN GIRAN Û NEXWEŞIYÊN KRONÎK PÊ RE HENE    Bi domdarî Taş got ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê gelek girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk hene û wiha domand: “64 girtiyên rewşa wan giran û nexweşiyên wan ên kronîk heye, hene. Divê rêveberiya girtîgehê ji bo girtiyên tedawiya wan di girtîgehê de ne mimkin, derfetên tedawî û tehliyeyê çêbike.    Di berdewamê de Taş qala pirsgirêkên girtiyê nexweş Emîn Guler ku ji sedî 94 astengdar e, nexweşa penceşêrê Şehrîban Mîmkara, Fevzî Arslan û Eyûp Kudîn kir. Taş, diyar kir ku girtiyên nexweş dema sewqî nexweşxaneyan tên kirin lêgerîna nava dev lê tê ferzkirin û wiha pê de çû: “Her wiha li nava solên wan dinêrin. Rêveberiya girtîgehê ji bo pêşîlêgirtina binpêkirina mafê tenduristiyê, divê gavan biavêje. Divê li dijî îşkence, miameleya dermirovî û xerab û binpêkirina mafê jiyanê ya li girtîgehan ji vê rewşa neçalak derkeve. Divê lêpirsînên serbixwe, bêalî û bibandor bide destpêkirin.”    BANG LI CPT’YÊ KIR   Di berdewamê de Taş bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de hatiye destpêkirin û wiha derbirî: “Divê sedemên vê grevê bên vekolandin û li daxwazên girtiyan guhdar bin. Divê tavilê dev ji bisînorkirina mafên bingehîn ên girtiyan û sepanên derhiqûqî û keyfî were berdan. Divê derheqê peywirdarên cemaweriyê yên kiriyarên derhiqûqî dikin de mekanîzmayên lêpirsînê yên bibandor bikevin dewrê. Banga me ji bo CPT, Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Edaletê, TÎHEK û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê ew e ku têkildarî binpêkirinên li girtîgehan bi peywira xwe rabin.”    HÛRGILIYÊN RAPORÊ   Piştî daxuyaniyê jî têkildarî binpêkirinên li girtîgehan û rêyên çareseriyê agahiyên berfireh hatin parvekirin. Di raporê de hûrgiliyên hevdîtinên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Rihayê bi Şervan Muhammed, Selamî Çîftçî, Îsmet Balî, Îbrahîm Bulbul, Fevzî Arslan, Îbrahîm Kurt, Mehmet Akîf Yildiz, Sabrî Kaya, Huseyîn Arslan, Omer Arslan û Yaşar Gunduzalp re hatin kirin; li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Rihayê bi Emîn Guler, Îsmaîl Hakki Tursun, Enver Kanmaz, Rojda Bînîcî, Şehrîban Mîmkara, Azad Mîmkara, Huseyîn Muhammed, Hasan Kiliç, Mehmet Beşîr Dal, Mehmet Samur û Doze Salih Temo re hatine kirin û li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Sêweregê bi Eyyup Kudîn re hatiye kirin hatin parvekirin.