Li Amedê agir bi otobûseke rêwiyan ket 2023-12-03 15:03:49   AMED - Li ser rêya Amed-Farqînê dema otobûseke rêwiyan li ser rêbejê rêya xwe didomand agir vêket.    Li ser rêbeja Amed-Farqînê dema otobûsa rêwiyan li ser rêya xwe diçû agir vê ket. Şewat, li tevahiya otobûsê belav bû û wesayît bi temamî şewitî.    Ajokarê otobûsê agahî da ekîbên agirkujiyê lê tu mudaxile nehatin kirin.    Hat zanîn ku otobûs ji bo temîrê dibirin Dîlokê û di vê navberê de rêwî tê de tune bûn.    Di bûyerê de mirî û birîndar çênebûn.