Berdevka HEDEP’ê Dogan: Meyla ku em li her devera Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê derket pêş 2023-12-04 11:34:11   ENQERE - Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan got: “Meyla ku em li her devera Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê derket pêş. Ev biryar dê di PM’ê de bê nîqaşkirin.”    Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Dogan li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî civîna duh a Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiya xwe daxuyaniyê dide. Dogan, gotina Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan a di dema serdana Colemêrgê de bi bîr xist ku digot: “Gelê me ji me dixwaze ku ne tenê li Kurdistanê lê li her derê em bi namzetên xwe bikevin hilbijartinan.”    Dogan, diyar kir ku di civîna MYK’ê de pêşniyara ku partî li her derê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê hatiye nîqaşkirin û ev tişt anî ziman: “Meyla ku partiya me li her devera Tirkiyeyê bi nazmetên xwe bikeve hilbijartinan derket pêş. Ev biryar dê di PM’ê de bê nîqaşkirin. Me berê gotibû ku serlêdanên ji bo deverên ku partiya me yekemîn û duyemîn derdikeve di 27’ê mijdarê de dest pê kirine. Li bajarên rojeva jî komîsyonên me hatin avakirin. Me dest bi wergirtina serlêdanên bernamzetan kir. Anku ji bo li her devera Tirkiyeyê bikevin hilbijartinên rêveberiyên herêmî me amadekariyên xwe temam kirin.”    Berfirehiya nûçeyê tê...