Saltik ê MHP’î gef li rojnameger Îdîl xwar 2023-12-04 12:26:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Ulku Ocaklari yê Bursayê Mehmet Saltik gef li rojnameger Neşe Îdîl xwar.    Çende roj berê li ser platforma medyaya dijîtal a X’ê hesaba Sor Ajans îdia kiribû ku Serokê Ulku Ocaklari yê Bursayê Mehmet Saltik 6 sal berê hişbir bi xwişka hevalê xwe daye bikaranîn û destdirêjî lê kiriye û ji ber vê yekê jî ji hêla Mehmet Yildirim ve bi çekê hatiye birîndarkirin. Hat îdiakirin ku piştî bûyerê Mehmet Yildirim htae girtin lê tu ceza li Saltik nehat birîn.    GEF LI ROJNAMEGER ÎDÎL XWAR    Piştî vê parvekirinê, Mehmet Saltik li ser hesaba xwe peyameke bidîmen parve kir û gef li rojnameger Neşe Îdîl xwar. Saltik, bal kişand ser wesayîtên spî yên bi markaya Torosê ku di salên 90’î de bi cînayetên kiryarnediyar tên zanîn û bi sernavê “Kesên Torosên Spî bi kar di anîn li ku ne” dîmen parve kir.