Rêxistina HEDEP’ê ya Îzmîrê diçe kongreyê 2023-12-04 12:56:51   ÎZMÎR - Rêxistina HEDEP’a Îzmîrê dê di 17’ê kanûnê de Kongreya xwe ya Awarte li dar bixe.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Îzmîrê ragihand ku dê di 17’ê kanûnê de Kongreya xwe ya Awarte li dar bixe.    Komîsyona kongreye ya hate avakirin, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywanê pankarta “Em dest jê bernadin, xwe bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin” daliqandin. Berdevka Komîsyonê Newroz Çelîk bi kurdî Berdevkê Komîsyonê yê din Bîrkan Polat jî bi tirkî axivî.    Newroz Çelîk, diyar kir ku kongreya xwe bi dirûşmeya “Em dest jê bernadin, xwe bi rêxistin dikin, bi werekî ber bi azadiyê ve dimeşin û hêviyê mezin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin” li dar bixin. Çelîk destnîşan kir ku HEDEP “partiya têkoşîna yekgirtî” ye û ji bo bi xeta rêya sêyemîn jiyana nû ava bikin herkes vexwend Kongreya Awarte ya Bajêr ku dê di 17’ê mijdarê saet 12.00’an de li Eywana Fûar Celal Atîk a Sporê were lidarxistin.