Maçoglû: Ji bo dîtina şahidan hindik mabû dozger êdî îlanê bide rojnameyan 2023-12-04 16:53:33   ENQERE - Parêzer Kenan Maçoglû bal kişand ser bêhiqûqtiyên di dema amadekirina dosyaya Doza Kobanê û wiha got: “Dozgerê lêpirsîn Ahmet Altun ji bo peydakirina şahidan hindik ma bû êdî îlanê bide rojnameyan.”    Nişîna 44’emîn a Doza Kobanê ku 18 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Rûniştina danişînê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û xizmên girtiyan tev li danişînê bûn.    Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û bi parastina parêzer Kenan Maçoglû berdewam kir.    HEWLDANA AHMET ALTÛN A JI BO DÎTINA ŞAHIDAN    Parêzer Maçoglû qala bêhiqûqtiyên di pêvajoya ewil a lêpirsînê de derketin holê vegot û wiha got: “Ji bo peydakirina şahidên eşkere û nepen hema ew mabû ku dozger Ahmet Altun îlanê bide rojnameyan. Hewldanên wî bi peydakirina şahidê nepen Mahîr biencam bûn. Beriya îfadeya şahid Mahîr a ji 5 rûpelan pêk tê, Altûn û TEM’ê amadekariyên xwe kiribûn. Hewcehî pê nedîtine bipirsin bê ka wî bi xwe xwestiye îfade bide yan hinek kesan ew anîne. Şahidên eşkere û nepen ên din jî li emniyetê hatibûn teşhîskirin. Di îfadeya Mahîr de jî herî kêm 15 teşhîs hatine kirin. Lê belê teşhîsa wêne nekiriye. Çima nehatiye kirin? Ji ber ku bi kelecan bûn. Ji ber ku cara ewil şahidekî nepen peyda kirin. Peywirdarên emniyetê jî bi kelecan bûn û hewcehî bi teşhîsê nedîtin. Ji bo pêvajoya lêpirsînê şahideke nepen bi tena serê xwe kêm e. Lewma dozger kete nava hewldanên nû. Tenê li ser îfadeyên şahidekî nepen hukm esas nayê girtin.”    ‘ÎFADEYA JI 328 RÛPELAN PÊK TÊ ÇAWA DI ROJEKÊ DE HATE GIRTIN?’    Bi domdarî Maçoglû da zanîn ku îfadeyê şahidê eşkere Kerem Gokalp û yên şahidê nepen Mahîr hema hema wekî hev in û wiha pê de çû: “Ev kes şahid nînin. Ev, îfadeyên îstîxbarat û emniyetê ne. Di çileya 2020’an piştî îfadeyê Kerem, di 4’ê adara 2020’an de îfadeyên şahidê nepen Ulaş û şahidê eşkere Muhammed Zengîn hatin standin. Me ji Zengîn pirsa ‘îfade çawa hate girtin?’ kir. Got; ‘me serê sibehê dest pê kir û heta şevê qediya.’ Lê di heman rojê de îfadeyê Ulaş ê ji 328 rûpelan pêk tê hebû. Mirov nikare vê îfadeyê di 5-6 rojan de bigire.    YÊN KU BIRYARA KOMPASÊ DAN Û PÊK ANÎN    Şahid Merdan Ruştu Ovalioglû jî bêyî parêzer îfade daye dozgeriyê. Îfadeyên wî yên li emniyetê û dadgeriyê hev nagirin. Maçoglû, diyar kir ku îmzeya peywirdarê Şaxa TEM’ê ku di bin îfadeya şahidê nepen Ulaş a di 4’ê adara 2020’an de hebû, di bin îfadeyê şahidên din ên nepen û eşkere de jî heye. Kesên biryara kompasê dane û mekanîzmaya wê heye. Weke komeke li Qesrê, wezîrê karê hundir ê berê Suleyman Soylu, Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman û Navenda Giştî ya MHP’ê. Yek ji kesên di mekanîzmaya biryaran bi cih tîne cih digire jî ew memûrê li Şaxa TEM’ê ye. Mîna Ahmet Altûn. Koma li Qesrê hêj li cihê xwe ye lê muxatabê yekser Soylu hate tesfiyekirin. Yuksel Kocaman bû endamê Dadgeha Bilind lê têkiliya Soylu, Midûrê Emniyeta Enqereyê Servet Yilmaz û Ayhan Bora Kaplan derket holê. Di çarçoveya dosyaya Ayhan Bora Kaplan de herî kêm 10 midûrên emniyetan ji peywirê hatin dûrxistin. Midûrê Şaxa Ewlehiyê çima hate dûrxistin? Koma li Emniyeta Enqereyê hewl da bi rêya vê dosyayê qirêjiya xwe veşêre. Lewma ewqas êrişkar bûn.”    DAXWAZA TEHLIYEYÊ    Maçoglû got ku derheqê siyasetmedar Nazmî Gur de îfadeyên tu şahidên eşkere û nepen tune ne û xwest bê teyliyekirin.    Piştî îfadeyên Maçoglû, dadgehê heta sibe saet 10.00’an navber da. Rûniştina sibe dê bi parastina Pervîn Oduncu bidome.